Wek tê zanîn hebûna Kurdistaniyan ya li ser axa Kurdistanê, an jî li ser erdnigariya Mezopotamya ya qedîm bi hezaran sal e. Jiyana wan, çanda wan, kar û barên wan, kewneşopî û reftarên wan, ol û berhemên wan bi hezaran sal e heye û li vir bêhn daye, hê jî bêhna xwe dide. Ev rastî, zanîna her kesî ye. Ji nijadperestên Tirk bigirin heta Ereb û Faris, ên ku hinekî jî be dîrok zanin, ew bixwe jî xwedî zanîna vê yekê ne. Nirxên ku ji alî Kurd û Kurdistaniyan ve hatiye afirandin û ji însanetiyê re bûne rêçeke meşa dîrokê jî tê zanîn. Tu tişt ne tarî ye.
Lê rasteqînî her tim xwedî dijmin e. Berevajî derew û fêlkotîtî, bi hêza ronahiyê belav dibe û bilez tê pejirandin. Dîrok dîroka vê rastiyê ye. Çi ku rasteqînî bi îtîrazê dertê. Bihîstina wê rastiyê bixwe jî xetere ye ji bo însanan. Kesên ku pêşerojên xwe bi wê rastiyê ve girêdayî ye jî ji wê rastiyê ditirsin. Çi ku ew rastî, li himberî derewên ku heta wê demê xwedî hêz û desthilatdar bû, di nava civakê de hatibû pejirandin û dihate jiyîn, ji wan hemûyan wêdetir tiştek e... Ji ber wê, pejirandina wê pirsgirek e, zehmet e...
Çi ku em wek malbatek, wek eşîrek, wek civakek, em zanin ku, ji bo pejirandina wê rastiyê divê berxwedaniyek were meşandin. Li himberî derewên ku heta wê demê li ser me desthilatdarî ya xwe raxistî bû û ji me re wek rasteqîniyek xwuya dibû, divê em derewînî ya wê derxînin holê û bi dengekî bilind vebêjin. Ango divê xwe biêşînin... Divê zehmetê bikşînin, berdelan bidin... Dibe ku bi malbatê xwe ve nakokî bijîn, bi birayên xwe, bi dayik û bavên xwe ve, bi perwerdên xwe ya heta wê demê ve, bi mêjî û bi zanîna xwe ve, hin car bi ol û oldarên xwe ve, bi rûspiyên gund û bajarên xwe ve, bi nirx û kevneşopiyên xwe ve dijî hev bicîhbin... Ji ber vê yekê rasteqînî, her tim xwedî dijmin e. Berevajî derew û fêlkotîtî, bi hêza ronahiyê belav dibe û bilez tê pejirandin. Dîrok dîroka vê rastiyê ye. Dîrok, peyitandina vê yekê ve têr û tijî ye. Êşa însanetî, yên ku heta vê rojê me dîtiye û xwendiyê, ev êş e... Çi ku her agahî, bi hêza xwe ve dibe “rastî” û digihîje rastiyê. Agahiyek an jî zanînek, ji bo ku li ser civakan bigihîje asta rastiyekî, divê desthilatdariya xwe jî bixwe re bîne. Ji ber vê yekê Frederick Engels gotiye; “Meşa dîrok, bi tesîra zorê ve pêk tê!”
Em di nav dîrokê de li ser nuqteyeke wisa disekinin ku, rasteqînî ya îro ji alî her kesî ve tê zanîn, lê her kes îbadeta xwe ji derewê re dike. Xêynî çend mînakên “çîprût”, em dikarin bêjin wêje, akademî, zanyarî, edebiyat, siyaset, her tişt, heta ol jî di nav de her tişt û her kes çavên xwe bi paçeke reş ve girêdaye, bi sekneke stemkariyê ve di xizmeta derewê de hewldide û tevdigere. Hunerên navnetewî jî, hêzên perwerde jî her wisa...
Ango parastina rastiyê zehmet e. Divê bawerî, îrade, vîn, daxwaz û giredayîbûn a rastiyê neyê şikandin. Çi ku gava ji bo rastiyê berxwedaniyek destpê kir, wekî ku ji kuştina Îsa’yê Mesîh heta 350 sal şunde fikr û ramanên Îsa hate dîtin, rastiya Kurdistanê jî bi tu şiklî wenda nabe. Heta niha wek şewateke bêpişt çendîn ceribandin çêbûn, lê vêcar şewat ne bêpişt e, her ku diçe geş dibe. Warto û Gever, Kobanê û Cizîr, Amed û Girê Spî, her wiha temamî Kurdistan rasteqîniya xwe daye pêş. Îja pejirandina vê rastiyê ne kêşe ya Kurdistaniyan e; dev jê berdin, vêcar jî bila desthilatdar xwe biêşînin!..