Hevserokê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Efrînê, Pêşvan Murad diyar kir ku amadariya wan ji bo hilbijartinên hevserokên Komînan bi lez didome û got: ʺMe komîteyek ji bo belavkirina kartên hilbijêran amade kiriye. Her wiha me 350 sindoqên hilbijartinan jî amade kirine.ʺ
Pêşvan Murad bi bîr xist ku di civîna federaliyê de qanûna hilbijartinan hatiye ragîhandin, dema hilbijartinan hatiye diyarkirin û wiha peyivî: "Li ser vî esasî me jî amadekariyên hilbijartinên komînan kirin. Deriyê qebûlkirina namzetan ji 16 mehê ve hatiye vekirin û heta 30 Tebaxê wê bidome. Heta niha me navê gelek namzetan qebûl kiriye.ʺ
Murad got, wan buroyên hilbijartinan li gelek navçeyan avakirine, ev buro û komîteyên hilbijartinê wê kartên hilbijêran belav bikin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Şeklê kartên hilbijêran li hemû herêmên Federaliyê yek e. heta niha şeklê wê ji me re nehatiye. Belavkirina wan jî dê di riya buroyên me yên li hemû navçeyan û bajaran pêk were. Me komîteyên taybet avakirin, ew dê li ser karê belavkirinê bisekinin." Murad wekî din îşaret bi 350 sindoqên amadekirî kir û got, ʺEv sindoq dê li hemû herêmê werin belavkirin û hilbijartinên hevserokên komînan wê 22ʹê Îlonê werin lidarxistin. ji ber vê yekê em amadekariya danîna cihên sindoqan û diyarkirina cihên wan dikin. Dibe ku em hejmara sindoqan zêdetir bikin.ʺ
Hevserokê Komseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Efrînê, Pêşvan Murad di dawiya axaftina xwe de bang li hemû welatiyan kir ku beşdarî hilbijartinan bibin û berê xwe bidin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin.
NARÎN EMÎN/NÛRHAT HESEN/ANHA/EFRÎN