Şemiya bihurî di çarçoveya 22. Çalakiyên Helbest û Pexşanê ên Huseyîn Çelebî de berhemên serketî xelatên xwe wergirtin bi merasîmeke xelatdayînê. Di nava beşdarên beşa pexşanê de me li pêjna jiyanên edebî geriya.
Huseyîn Çelebî navekî mezin e. Ew ne miroveke ku bi gotinan were terîfkirin. Lewma civakan mirovên bi vî rengî kirine hîm ji bo wêjeya xwe ya destpêkê, ji bo wêjeya xwe ya afirandina civakê. Ma ku efsaneya Kawayê Hesinkar nebe, civakên KUrd û Îranî hene? Ma ku ew gotinên mîta Newrozê nebin, ew hêmanên ku civaka Kurd xwe disipêriyê dikarin hebin? Gotinên efsûnî ji bo edeba destpêkê ya gelan ango ji bo efsaneyan. Huseyîn Çelebî hevalek e ji bo gelekan ji me, lê ji bo civaka me ew efsaneyek e; efsaneyeke afirandinê, weke ya Kobanê! Efsaneya berxwedanê û vîna vejînê ya miletekî.

Meta min çûye kulînê...

Gerçî li ber Kobanê gotin bi xwe betal in. Lewma carinan li ber maneyê gotin ne lê ne. Ji girtîgeha Bolu´yê (Ahmed Abdî Îbrahîm) dema xet rûpelan xêz dikin ji me re dibêjin: "Meta min çû kûlînê, mişk û maran diqelîne, ê ku deng bike geregop ji xeynî…" JI xeynî kê? Ha berisva vê pirsê mihim e! Ji xeynî wî kesê ku barê çîrokan li milê xwe dike, hemalê serhatiyan e; hîna gotinên wî hene hene li civatan bibêje, hîna aşê wî yê betal nebûye.

Can û mêjiyê min timî azad man

Lê belê çîrok û serhatiyên me carinan ewqasî giran in li gotinê ku pênûs wî barî hilnagire… kesî gotinê namîne, ha wilo, bi dizîka ji girtîgeha Gumuşhaneyê (Talip Kalin; NALÎN) têbîniyek veşartî bi ber guhê me dikeve "Roj çi wext e, ez nizanim. Lê baş dizanim îro 29´ê Sibata 1997´an e. Îro 29 rojên min qediyan li vir. Ez sibehê bibînim, yan jî gelo bi saxî ji vir derkevim, bi wê nizanim! Bi qasî dizanim rojê sê danan êşkencê li min dikin, heta îro şeş caran dest avêtin min. Lê can û mêjiyê min timî serhildêr û azad man…"

Meşiyan...

Giraniya serhatiya Nalînê bi ser trajediyeke rêhevalekî wê ve dibare. Lê ma jixwe ew barê giran e ku gotinê ber bi efsûna manedariyê û dawiyên xweş ve dibe; ji ber wê jî terîfa peyvên me ku bi bêdengiyê jî dipeyivin xwe di çîrokan de didin der: "ji bona ku ji pirsan bireve, bi gumanan got: ´xwedê dizane…´ dirêj, dirêj kuxiya ´uhuuuu, uhuuuu, uhuuuu…´ Mêrikê navesere ´xwezî me…´ got û gotinên wî di nav kuxika Sofî de xeniqîn.. Meşiyan…" (Cengiz Eker, girtîgeha Sincan, Enqere; MEYTÊ LI SER RÊ)

Ez û werîsê di dest xwe de...

Meş û çûn ji niha ber bi paşê ve. Jixwe, ma ne em ji beriya niha  ber bi niha ve meşiyabûn; jixwe meşa me carinan henekê xwe bi me dike û rêyên nû li ber me datîne; rûyên nû li ber me datîne; rêyên ku bi edebê dikarin werin hunandin: "Ez û werîsê di dest xwe de welê bi kul û keseran li hev dinêrin…" (Tacettin Turan, girtîgeha Tekirdagê; RONÎ).

Şahida jiyaneke Şehîdane be!

Berxwedana li dijî wan çarenûsên felekê çep gerandî, û jki me re rast li hev neanî; berxwedana me ya jiyanê, ji wê destpêka pêşî û pêve cêwî ne. Jixwe ne wisa bûya, ka binêrin li refên edeba dinyayê, çend sedhezar çîrokan hûn dibînin, çend sedhezar jiyan û mirinan?
Ji Pirsûsê; hema ji aliyî din ê xetê, xeta di navbera dinyayê û Kobanê de pêjnek bi dengekî nizm xwe diyar dike: "Jîlajîn, Parseka Çîrokan, guhdarî bike! Zanibe ku mirov careke tenê namire… Şahida jiyaneke şehîdane be!" (Emine Yilmaz, ji Pirsûsê; PARSEKA ÇÎROKAN)

Kurt û Kurmancî, ew berhemên wêjeyî yên girtiyên Azadiyê ji wan zindanên tarî,  gotinên ji serhatiya berxwedanê re ristî ne.



LUQMAN GULDIVÊ