Ji hemû bajarên rojavaya Kurdistanê zêdetir, bajarê Hesekê bi pêkhateyê xwe nûnertiya mozayîka gelên Sûriyeyê dike. Bajar ji gelên Kurd, Ereb, Suryanî, Asûrî, Ermenî û olên Misilman, Xiristyan û Êzîdiyan bi hev re jiyan dikin. Li bajar zêdetirî salek Tevgera Azadiya Gelê Kurd ji bo biratiya gelan geş tir bibe, Meclîsa Biratiya Gelan ava kir. Xebatkarên meclîsê bi awayekî dildarî bi dor xebatê di meşînin û ji bo xizmeta civakê di nava kar û xebatê dene. Meclîsa Biratiya Gelan gelek pirsgirêkên di nava pêkhateyan de çaresr kirine. Di avahiya Meclîsê de nûnerên kurd, erab, suryan, asûr û oldarên misilman, xiristyan û êzdiyan li hev dicivin, pirsgirêkên civakê nîqaş dikin û li riyên çareseriyê digerin.
Têkildarî Xebatên Meclîsa Biratiya Gelan Endamê Meclîsa Biratiya Gelan Nûrî Derwîş da zanîn ku meclîsa wan ji Lijneya Aborî, Lijneya Lihevanîna Civakî û hin lijneyên din pêktê. Derwîş destnîşan kir ku piraniya pirsgirêkên di nava pêkhateyan de çareser dikin û gelek caran ji parastina jiyana hevbeş û nevxweyî têkiliyan datînin.
Derwîş, bi bîr xist ku her dem pêkhateyên herêmê bi biratî bi hevre jiyan kirine û niha jî li ser bingehên biratiyê kar û xebtên xwe dikin.
ANHA/HESEKÊ