Gundên Zormexar û Beyada yên rojavayê herêma Kobanê doh ji aliyê Komên DAIŞ'ê ve hatin topbarankirin û hejmareke çeteyan bi hemû cureyên çekên giran êrîşî gundê Zormexar kirin û di navbera wan û şervanên YPG'ê de pevçûn rû da. Di pevçûnan de gelek kuştî û birîndanên çeteyan çêbûne. Pevçûn heta niha jî dewam dikin. Hate ragihandin ku gelek cenazeyên çeteyan li erdê mane.
Zexta koçberiyê dikin
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, komên DAIŞ'ê gundiyên herêma rojhilatê Kobanê tehdîd û koçber dikin û wan direvînin. Hat hînbûn ku çeteyên DAIŞ'ê li gundên rojhilat, rojava û başûrê herêma Kobanê mayînan bi cih dikin.
Duh li derdora gundê Bîrkino yê rojhilatê herêma Kobanê di encama şer û pevçûnan du çete yên DAIŞ'ê hatin kuştin. Her wiha komên DAIŞ'ê duh gundên El-Hûriyê, El-Ehmediyê û El-Cirin ên rojhilatê Kobanê bi top û fûzeyan topbaran kirin. Çeteyên DAIŞ'ê ji rojên destpêkê yên meha Adarê û vir ve li hemberî herêma Kobanê êrîşa lidar dixin. Êrîş ji rojhilat, rojava û başûr ji sê baskan hatin destpêkirin. Li gorî YPG û hêzên siyasî yên Kurd armanc dagirkirina herêma Kobanê ye. Di van êrîşan de bi taybetî li gundê Kendal ê ser bi Girê Spî yê li ser sînorê Bakurê Kurdistanê, çeteyên DAIŞ'ê windahiyên giran dan. Bi dehan çete hatin kuştin. Li eniyên din jî çeteyan windahiyên giran dan û rastî operasyonên dijber ên YPG'ê hatin. Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku pêleke din a êrîşan a DAIŞ'ê hatiye şikandin, lewma dijwariya pevçûnan kêm bûye.
Di roja 26'ê Adarê de li hemberî bajarokê Cezaa yê ser sînorê Iraqê ji 10 baskan êrîş hatibû kirin. Ji bo van êrîşan bikin ji herêmên Reqa, Deyr Ez-Zor û Şeddadê bi sedan çete hatibûn veguhastin. Li gorî YPG'ê armanc; piştî Cezaa wergirtina Til Koçer û dûre jî herêma petrolê Rimêlan bû. Lê belê çeteyan di vê êrîşê de jî derbên giran xwarin. Di navbera 26-28'ê Adarê de herî kêm 56 çete hatin kuştin, cenazeyê 18 ji wan ketin destê YPG'ê û gelek çekên wan hatin desteserkirin. Çete neçar man xwe ji vê herêmê vekişînin. DAIŞ, Eniya El Nûsra û koma Ahrar El Şam tevli êrîşan bûbûn. Cihekî din ê êrîş lê giran bû gundê Xirab Îto yê li rojavayê Kobanê bû. Di navbera 26-29'ê Adarê de herî kêm 50 çete di şerê li vir de mirin.
KOBANÊ