26’ê Çileyê jî midûrê karê nivîsên serwîsa polîtîk ya ajansa nûçeyan ya fermî Îrna yê Mîlad Fedayî û ji midûrên karê nivîsan ya rojnameya Biharê Silêman Mihemed hatin binçavkirin û şandin girtîgeha Evînê. Berdevkê Wezîrê Edaletê Gulam Huseyîn Muhsenî Eceyî di daxuyaniya 21’ê Çileyê dayî de gotibû; “ Li gorî agahiyên gihane me, mixabin hinek rojnamevan bi Rojavayî û dijberên şoreşê re hevkariyê dikin.”
Ev binçavkirin rastî hilbijartinên Serok komartiyê ku dê di 14’ê Hezîranê de pêkbên hatin. Di sala 2009’an de dema ku Mihemed Ehmedînecad careke din hate hilbijartin rastî protesto kirinên mezin hatibû. Îran di cîhanê de di nava welatên herî zêde rojnamevan lê hatine girtin û sansûr pêktê de cih digire. Di vê mijarê de rekor di destê Tirkiyeyê de ye. Hêjmara rojnamevanên li Tirkiyeyê girtî ji kombûna rojnamevanên girtî yên li Îran û Çînê zêdetire.
TEHRAN