260 penaberên ji Herêma Başûrê Kurdistanê piştî ji destê çeteyan hatin rizgarkirin, gihiştin Herêma Kurdistanê. Penaberan diyar kir ku ew bi alîkariya şervanên Rojava hatin xilaskirin û hêzên PDK’ê jî astengî ji bo wan çêkirin.
Doh 260 penaberên ku 150 ji wan xelkê bajarê Silêmaniyê û yên din jî xelkê derdora Silêmaniyê ne, saet 15:00’ê gihiştin Başûrê Kurdistanê. Penaberan der barê vegera xwe de li Taxa Kelwanan a Silêmaniyê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Di destpêka daxuyaniya çapemeniyê de Sekreterê Giştî yê Federasyona Penaberan li Herêma Kurdistanê, Deştî Cemal axivî û got; “Piştî me zanî ev penaber hatine radestkirinî Sûriyeyê, me rasterast peywendî bi hêzên YPG´ê li Rojavayê Kurdistanê û dij-terora Herêma Kurdistanê re çêkir. Wan hewl da ku van penaberan bi silametî vegerînin Herêma Kurdistanê.”
Rexne li helwêsta PDK´ê
Deştî Cemal got; “Tişta cihê nerazîbûn û nayê qebûlkirin, ew kiryarên hêzên PDK´ê li hemberî van koçberên ji Herêma Kurdistanê kirî ye. Ji ber ev şikandina rûmeta van penaberan û nikare bê qebûlkirin.”
Piştre jî Nûnerê Hevpeymaniya Niştîmanî ya Sûriyê li Herêma Kurdistanê Hozan Efrîn got; “Me li Rojava hewldaneke pirr mezin ji bo rizgarkirina van penaberan da. Hevalên me li Rojava ji bo çend rojan şer rawestandin heta ku ev penaber bi silametî gihandin kantona Efrînê.”
Hozan Efrîn diyar kir ku ji ber di vê demê de peywendiyên El Nûsra û dewleta Tirk nebaş in, destûr dane ev penaber bi silametî derbasî Efrînê bibin.
Her wiha li ser navê penaberên gihiştin Herêma Kurdistanê, Rêbîn Mihemed got; “Piştî ji aliyê Tirkiye ve em radestî Sûriyeyê hatin kirin, radestî hêzên El Nûsra hatin kirin. Wan jî piştî lêkolîn û lêpirsînê, em şandin Efrînê. Li wir em bi başî hatin pêşwazîkirin. Ji ber şer, çend rojan em man. Piştre bi alîkariya hêzên dij-terorê em anîn heta sînorê Zaxo. Belê mixabin hêzên PDK nêzikatiyeke pirr xerab li gel me kir. Bi şêweyekî nebaş û hinceta nebûna destûra asayîşê, pêşiya me girtin.”
DANA OMER / ROJNEWS / SILÊMANÎ