Bi 100 hezaran welatiyên Rojava ji ber şerê navxweyî û êrîşên çeteyan neçar man ku ji Rojava koç bikin û derbasî Tirkiye û Herêma Federal a Kurdistanê bibin. Welatiyên bûn penaber û bi çola ketin hem li kampê Tirkiyeyê û hem jî li kampên Herêma Federal a Kurdistanê di nava şert û mercên giran de dixebitin.

Penaberên ku li kampan pirsgirêka cih, xwarin, vexwarin û parastinê dijîn di nava şert û mercên pir giran de têkoşîşan jiyanê didin. Li Kampa Kewergorske ya Herêma Federal a Kurdistanê nêzî 12 hezar penaberên Rojavayî dijîn. Welatiyên bûn penaber û hatin vê kampê li gel serma û seqemê di konan de û di nava şerî û sermayê de dijîn. Kamp 20 dk li nêzî Hewlerê ye. Ji ber şert û mercên zivistanê, berf û baranê nava kampê bûye gola herî û celbê. 

‘Hikûmet û rayedar bêdeng in’

Penaberên li kampa Kewergorskê dijîn pirsgirêk û zahmetiyên xwe ji DÎHA’yê re vegotin. Welatiyê penaber ê bi navê Yusuf Muhammed, Welatiyên ku 3 meh berê ji Rojava koç kirin, niha di nava şert û mercên xerab de dijîn. Welatiyan anîn ziman ku dema hatin vir rewşa wan baş bû, lê piştî demekê alîkariya ji ser wan qut bû û kesên ku gotin dê alîkariyê piştgiriya xwe qut kirin û niha rewşa wan xerab e. Penaberan anîn ziman ku dema nû hatin vir riz, nîsk, rûn fasûlî bezelye şekir û gelek xwarin ji wan re dihat û niha ne wisa ye.

Nexweş nayên derman kirin
Penaberên bi navê Şukruye Xalef Osman, Reşat Abde anî zima ku niha di nava şert û mercên xerad de dijîn. Penaberan da zanîn ku xwarin, av û rizqê wan tune û di konan de di nava şert û mercên giran ên zivistanê de dijîn. Penaberan anîn ziman ku ji be pirsgirêkên aborî û êrîşên çeteyan ew ji Halepê, Qamişlo û Hasekêhatin vir. Welatiyan anîn ziman ku penaberên nexweş nayên dermankirni û li vir di konan de û di nava heriyê de dijîn. Welatiyan da zanîn ku pirsgirêika wan a avê û germkirinê heye û dîsa pirsgirêka wan a xwarin û parastinê heye. Penaberan, da zanîn ku dîsa betalin û nikarin debara xwe bikin. Penaberan, anîn ziman ku 4 mehin belat in û mehê 100 dolarî jî nadin wan û perîşan û bêzar in 
Penaberan da zanîn ku ji ber pirsgirêkên heyî bi hatina buharê re dîsa xwe amade dikin ku vegerin Rojava. Penaberên ku gund û malên wan ji aliyên çeteyên Dewleta Îslamî ya Şamê Cephet El Nusra ve hatine dagirkirin li bendê ne ku gundê wan bê rizgarkirin.



NÎHAT KAYA/MÎHAMED TAHÎR/DÎHA/HEWLÊR