Li kampên Rojava hejmara penaber û koçberan roj bi roj zêde dibe, Rêveberiya Xweser bi derfetên heyî destekê dide û ti Rêxistinên Mafên Mirovan bi wan re nabin alîkar.

Şêniyên ji ber DAIŞ û Artêşa Tirk direvin, berê xwe didin xaka Rojavayê Kurdistanê. Niştecihên derdora Mûsilê ji ber rewşa şer berê xwe didin herêmên Rojava yên ewle. Doh bi şev 211 malbatên Iraqî ku ji 909 ferdan pêk tên, ji herêma Mûsilê û gundewarên wê gihîştin kampa Holê ya bajarê Hesekê.

Şêniyên ji herêmên Sûriyeyê jî ji ber kiryarên çeteyan û şerê di navbera grûpên çekdar û hêzên rejîmê de, berê xwe didin kampê. Doh 38 malbat bi giştî 126 kes gihîştin kampê. 

Efrîn strara penaberan e

Li aliyê din Hezar û sed koçber ji herêmên cuda yên Sûriyê yên di destê çeteyên DAIŞ′ê û artêşa Tirk a dagirker de derbasî Kantona Efrînê bûn. Piştre Hêzên Asayîşê koçber li kampên Robar û Basilê bi cih kirin, her wiha koçberên ku dixwazin biçin Idlibê û Helebê, riyên ewle ji wan re tên peydekirin. 

Rayedarên Rojava didin zanîn ku ew bi derfetên xwe yên kêm bi koçber û penaberan re dibin alîkar, lê belê ev yek hemû pêdiviyên wan bi cih nayîne. Ti Rêxistinên Mafên Mirovan jî bi wan re nabin alîkar. 


NAVENDE NÛÇEYAN