Leşkerên Yewnan li deriyê sînor ê Pazarkûleyê bi guleyan êrişî penaberan kir. Gelek penaber birîndar bûn û rewşa hinan giran e. Walîtiya Edîrneyê got penaberekê/î jiyana xwe ji dest daye.
Dewleta Tirk piştî ku li Idlibê derbên eskerî xwarin, ji bo şantajê bike penaber bi dehhezaran birin ser sînorê bi Yewnanistanê re. Eskerên Yewnanistanê gule reşandin li penaberên doh xwestin li Çemê Merîçê bixin û derbasî Ewrûpayê bibin. Hin penaber birîndar bûn.
Di kêliya ku leşkerên Yewnan gule barandin ser penaberan, komek parlamenter ên ji Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê li herêma tampon lêkolîn dikirin. Endamê Komîsyonê, Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû êrişa eskerên Yewnan piştrast kir û got, li ser sînor rewşeke kambax û trajedî heye: “Li herêma sînor tam rewşeke rezalet pêk tê.”
Walîtiya Edîrneyê daxuyaniyek nivîskî belav kir û ragihand ku ji birîndaran kesek nasnameya wî hêj nehatiye zelalkirin, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.
Penaberên ku dewleta Tirk ew kirine sîleh û pê şerekî asîmetrîk dimeşîne, li Ewrûpayê jî di siyaseta hundir de tên bikaranîn. Halê hazir dewletên ewrûpî û Komîsyona Ewrûpayê yek siyasetê dikin: bazarê bi Tirkiyeyê re da ku vê rewşa li dijî mirovahiyê ji bo xwe bêtesîr bikin.
Li Elmanyayê çalakî
Li Elmanyayê bi xwe, çalakiyên li dijî vê siyaseta Ewrûpayê û siyaseta dewleta Tirk hebûn. Li bajarên Bremen, Giessen û Stuttgartê çalakgeran ev çalakî hatin kirin.
Di çalakiya Antîfaşîstên li Bremenê de hem Erdogan û weke şantajê bikaranîna penaberan û hem jî Ewrûpaya ku xwe di nava sûran de hepskirî hatin protestokirin.
Li Giessenê jî bi beşdariya Afrinbundnis, Asta, Die Linke, SPD, Omas Gegen Rechts, Seebrucke, Antifa û NCDK´ya Giessenê de xelk li Berlinerplatz civiya. Çalakgeran xwest siyaseta şantajê ya dewleta Tirk bê pûçkirin û derî tavilê li penaberan bên vekirin. Di çalakiyê de sloganên Bijî piştgiriya navneteweyî û Rojava gelek caran hatin gotin.
Li Stuttgartê jî meydana çalakiyê Meydana Kobanê (Schlossplatz) bû. Bi beşdariya Civata Vekerî ya li dijî Şer û Eskerîkirinê-Stuttgart (OTKM) û Seebrucke Stuttgart, NCDK, Aveg-Kom û gelekên din pêk hat. Çalakgeran got, em li her derî piştgiriya bi penaberan re zêde bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN