
Hejmara xwendekarên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê di sala borî de ji ber koçberiya şêniyên taxên derdorê zêde bû. Meclîsa Hevbeş a Şêxmeqsûd ji bo aktîvkirina dibistanan kete nava lev û tevgerê. Di encamê de 5 dibistan ji xwendekarên taxên rojhilat re hatine vekirin. Ji bo xwendekarên herêmên din jî mizgefta Maerûf a heman taxê hate amade kirin. Di derbarê hejmara giştî ya xwendekaran û cudatiya di navber îsal û sala borî de hevserokê meclîsê Mireî Şiblî wiha got: Di sala borî de tenê 1900 xwendekaran navên xwe nivîsandin. Îsal ji ber zêdebûna hejmara malbatên koçber , hejmara xwendekaran 5500 derbas kir. Di encamê de me dest bi xebatên vekirina dibistanan kir. Derbarê ekîbên xwendinê û mamosteyan de Mireî wiha diyar kir: „Hejmara mamosteyan gihîşt 120’an hemû madeyan û dê ev mamoste li dibistanan werine erkdar kirin.
Hêjayî gotinê ye ku hemû pirtûkên xwendinê hatine peyda kirin û li xwendekaran dê werin belav kirin.
HELEB
Li hemberî qedexeyê dersa Kurdî
Piştî dîbistanên ji bo Kurdî perwerde bibin hatibûn vekirin ji aliyê dewletê ve mor li ser deriyê wan hate xistin, mamosteyê KURDÎ-DER’ê Bahrî Azboy, bi dirûşma “Perwerdehiya zimanê zikmakî li her derê” li taxa ku lê dijî ya Edeneyê rojê saetekî dersa Kurdî dide zarokan. Li Amed, Şirnex û Colemêrgê ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî bidin dibistan hatin vekirin. Lê ji ber ku dewletê destûr neda, mor li ser deriyê dibistanan hate xistin. Li Edeneyê, Mamosteyê KURDÎ-DER’ê Bahrî Azboy, bi dirûşma “Perwerdehiya zimanê zikmakî li her derê” li taxa Gulbahçesî ya Seyhanê di Nûnertiya DBP’ê ya taxê rojê saetekî dersa Kurdî dide zarokan. Azboy ê dersê dide zarokan, diyar kir ku ji bo bertek nîşanê pêkutiyên li ser Kurdî dest bi vê hewldanê kiriye û da zanîn ku li hemberî astengiyên li ser Kurdî wê heta perwerdehiya Kurdî bê qebûlkirin dê xebata xwe bidomîne. Azboy di berdewamê de got ku helwesta AKP’ê tê wateya ku zimanên cuda nayên qebûlkirin û da zanîn ku perwerdehiya zimanê zikmakî dê rê li ber pêşveçûna çandên cuda veke.
DÎHA/EDENE