Gotinek heye, dibêjin, “Pêşiyan tiştek ji paşiyan re nehiştiye.” Dema ku mirov bala xwe bide paşxana dîrokî ya mirovahiyê mirov dikare tê de gelek ezmûn û tecrûbeyên bikêr bibîne. Lê mixabin pirî caran em bala xwe nadin kelepora mirovahiyê ya bi hezaran salan. Ew jî li aliyekî em karekî dikin, lê em bala xwe nadin tecrûbeya serkêş û pêşkêşên wî karî jî. Gelek kes wisa bawer dikin ku her tiştî bi wan dest pê kiriye. Bo nimûne di saziyên me de rewşeke bi vî rengî heye; ne arşîvek, ne berhemeke ku dîrok û ezmûna berê vedibêje heye…
Mirov wisa hêvî û bawer dike ku rayedar û rêveberên dewletê xwediyê hiş û têgihîştineke mêjûyî bin, ji dîroka dewletî sûdê wergirin, lê belê dema ku mirov bala xwe dide kirin û gotinên Tayyîp Erdogan, mirov dibîne ku ew jî ji ezmûnên berê sûdê wernagirin û ji ber vê yekê jî haya wan ji bayê felekê nîn e. Ew jî wiha bawer dikin ku wiha hatiye û her û her dê wiha jî biçe.
Di nav kelepora mirovahiyê de bi hezaran berhemên ku qala serpêhatî û serboriyên mirovan dikin hene. Nemaze jî di kelepora rojhilatî de ev cure berhem zêdetir in. Lê mixabin pergala kemalîst têkiliya me bi Rojhilat re qut kiriye. Piştî pejirandina alfabeya latînî û qedexekirina tîpên erebî mirovên zana û xwende bi carekê re bûne nezan û nexwende, destên nifşên nû bi carekê re ji kelepora bi hezaran salan qut bûye.
Em Kurd îro dema ku qala ziman û wêjeya Kurdî dikin hema yekser em hin navên mîna Elî Herîrî, Melayê Cizîrî, Meleyê Bateyî, Feqiyê Teyran û Ehmedê Xanî rêz dikin. Lê bawer bikin, kêm kes dikarin berhemên wan kesan bixwînin û ji wan sûdê wergirin. Erê rast e berhemên wan kesan li tîpê latînî hatine wergerandin, lê îcar em ji peyv, qalib û şayesên wan fêm nakin. Ew berhem di serdemekê de hatine nivîsandin, raman û felseyeke wê serdemê, cureyên nivîsandinê yên wê serdemê û taybetiyên nivîsên wê serdemê hene. Heke mirov ji van tiştan ne agahdar be, mirov tiştekî ji berhemên wê serdemê fêm nake.
Li vê derê mebest û armanca min ne ew e ku ez vê mijarê bi hûrgilî kat û rave bikim. Ez dixwazim ji berhema bi navê “Gulistan” a helbestkarê farisî Şêx Sadî Şîrazî der barê desthilatî û desthilatdaran de çend rêzik balkêş û watedar pêşkêş bikim da ku rayedar û rêveberên îro hinekî li ser bifikirin. Berhema ku ez ê ji sûdê wergirim ji hêla M. Muhammed Garsî Farqînî ve li Kurdî hatiye wergerandin, sala 2007’an li Stenbolê çap bûye.
Gava mirov bêhêvî bibe, ziman dibe dirêj
Wekî pisîka di tengasiyê de dibe ser seg êrîş
***
Her daristanî guman neke ku xalî be
Dibe ku pilingek tê razayî be
***
Kes nayê di binê siya bûm
Ger şahî ji cîhanê bibe madûm
***
Heft îqliman ger bigire padîşahî
Hê wuha çavên wî li îqlimek dinê
***
Ger nebîne çavê şevşevokê bi rojê
Ji kaniya rojê re ew çi qebahet
Eger rastî dixwazî, hezar çavên wuha
Bila kor be, çêtir e ku roj bibe zulmet

Di van rojên ku gelek kes balê dikêşin ser vê yekê eşq û evîna desthilatiyê çavên Erdoganî kor kirine de, belkî ew çend malikên pendî yên Şîrazî hinekî rehm û dilovaniyê bixin dilê wî û ew ji riya şer û zulmetê vegere ser riya aştî û ronahiyê.