Serokê Desteya Jinûve Avakirinê a Kantona Kobanê Idrîs Nehsan diyar kir ku ji bo bajarê Kobanê ji nû ve ava bikin wan dest bi pêngava yekemîn kiriye û got: “Em niha malên ku hilweşiyane dihejmêrin û ziyanên bi bajêr û milkên giştî bûne, qeyd dikin.”

Pişît ku Desteya Jinûve Avakirinê a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê di 30’yê çileya 2015’an de hate avakirin, Desteyê tavilê dest bi kar û xebatên xwe kir. Serokê Desteyê Idrîs Nehsan derbarê xebatên desteya wan de ji ANHA’yê re axivî.

Nehsan destnîşan kir ku ji bilî Komîteya Qeydkirin û Hejmartinê ku niha dest bi karê xwe kiriye, Komîteya Aborî, Komîteya Pîşeyî, Komîteya Tenduristî û Komîteya Têkliyan ava dikin. Nehsan da zanîn ku wan bi dehan endeziyar, parêzer û werzîşvanên di warê hijmartinê de agahdar kirine, da ku vegerên bajarê xwe û ji nû ve ava bikin.


Pêdivî bi korîdora alîkariyê heye

Nehsan di berdewama axaftina xwe de got ku bajarê Kobanê ji 2 salan ve dorpêçkirî ye û bi êrîşê çeteyên DAIŞ’ê re rewşa bajêr xerabtir bû û ev agahî dan: “Rewşa bajêr niha gelekî dijwar e. Bajar ji sedî 80 bi temamî hilweşiya ye û ji sedî 20 yên mayî jî derfetên jiyanî yên herî kêm nayên peydakirin.” Nehsan bang li civaka navnetewî kir ku wekî gaveke destpêkê ji bo jinûve avakirina bajêr bi awayekî lezgîn korîdorekî mirovî bi Kobanê re vebikin, da ku madeyên avakirinê yên pêwîst derbasî bajêr bêne kirin.

Nehsan got ku wan di dema dawî de hin gotegot derbarê şêwe û dîzayna bajêr de bihîstin ku dê bajêr veguhêzên muzeyekê ji bo ku bibe şahidê lehengiyên şervanên YPG’ê û YPJ’ê û rizgarkirina cîhanê ji komên çeteyên herî hov. Nehsan derbarê vê yekê de da xuyakirin ku biyara vê yekê girêdayî welatiyên bajêr û Meclîsa Zagonsaz a Kantonê ye.


Ji bo alîkariyên navneteweyî têkilî

Nehsan eşkere kir ku gelek dewlet, rêxistin û saziyên sivîl ên navnetewî diyar kirine ku ew amade ne di aliyê ji nû ve avakirina Kobanê de alîkariyê pêşkêş bikin. Nehsan got ku ji bo peywendiyan wan rûpela wan a fermî li ser malperên civakî yên Facebook û Twitter  hene û dê di demeke nêz de hesabekî bankê jî çêbikin.

Serokê Desteya Jinûve Avakirinê a Kantona Kobanê Idrîs Nehsan di dawiya axaftina xwe de got ku kesên dixwazin bi wan re têkevin nava têkliyan dikarin serdana vê girêdanka jêrîn bikin, yan jî li van telefonan bigerin:

Girêdank:  https://helpkobane.wordpress.com/

twitter:   @ava_kobane-Facebook:     Hejmarên telefonan:  05379671738 – 05453018603


HOGIR MUSTEFA/ANHA/KOBANÊ




'Dema dermankirina birînên Kobanê ye'


Saziya Alîkariya Mirovî Heyva Sor a Kurdistanê ku tevahiya sala 2014’an xebatên xwe ji bo Rojava û Şengalê veqetand, ji bo dermankirina birînên bajarê Kobanê û zindîkirina jiyanê, dest bi pêngaveke girîng kir.

Piştî berxwedana 4 mehan a şervanên YPG/YPJ’ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê, Heyva Sor a Kurdistanê bi armanca dermankirina birînên Kobanê ku ji ber êrîşên çeteyan wêran bûye, kampanyayek nû da destpêkirin. Bi vê armancê Heyva Sor a Kurdistanê di bin navê “Êdî dem, dema dermankirina birînên Kobanê ye” kampaneke berfireh û mezin da destpêkirin.

Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê di çarçoveya kampanyayê de da zanîn ku ew ê weke gava despêkê, avakirina nexweşxane û navendên perwerdekirina zarokên  Kobanê bigre ser xwe û ragihand ku ew ê di zûtirîn dem de, dest bi xebatan bikin..

Heyva Sor diyar kir ku wan piştî azadkirina Kobanê, bi çend rojan, dest bi şandina alîkariyê kirin û ev bang li Kurdistanê Ewrûpa û Karsazên Kurd kir: “Ji bo dermankirina birînên Kobanê, divê Kurdistaniyên li Ewrûpayê yên tevahiya sala 2014’an bi hestiyareke mezin beşdarî kampanya alîkariya Rojava û Şengalê bûn, di pênagava ji nû ve zindîkirina jiyanê li Kobanê de, bi awayekî çalak tevlî xebatên kampanyayê bibin. Herwiha em bang li Karsazên Kurd dikin ku li hemberî rewşa zarokên Kobanê erka xwe ya mirovahî bicih bînin û her yek ji wan, bibe beşeke bîngehîn ji projeya dermankirina birînan.” 


 DUSSELDORF