Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê pêşketinên dawî yên operasyonên ku li Kobanê û Cizîrê dom dikin de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de derbarê operasyona li Kantona Cizîrê de agahîyên girîng hatin dayîn.

Di daxuyaniya YPG’ê de hat gotin ku hemleya Fermandar Rubar Qamişlo ya ku bi armanca rizgarkirina gund û bejahiya rojavayê Kantona Cizîrê hatibû destpêkirin di roja xwe ya 26’an de bi serkeftî berdewam dike û wiha dewam kir: "Operasyonên di çarçoveya merhaleya duyemîn a hemleya me de tên lidarxistin, li başûr rojavayê Serêkaniyê didomin. Hêzên me di nava 24 seatên dawî de derbeyên giran li çeteyan xistin. Piştî pevçunên dijwar, hêzên me gundên Xiwêra, Tifehiya, Xizêlê, Um El Heyal û Dixeylaniyê ji çeteyan paqij kirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di van pevçunên 24 seatên dawî de nehatiye zelalkirin. Hêzên me li vir 14 termên çeteyan, 12 kelaşnîkof, çekek M16, 3 maşineyên ku yek ji wan doçka li ser e, hejmarek zêde cebilxane û amûrên leşkerî bi dest xistin. Operasyonên hêzên me ya li qadê berdewam dike.”


Li Kobanê 4 gund hat rizgarkirin

Di berdewama daxuyaniyê de derbarê operasyonên li Kobanê de jî ev agahî hatin dayîn: “Berxwedana bi armanca ku çeteyên DAIŞ’ê ji Kobanê bi temamî paqij bikin tê meşandin, di roja xwe ya 259’an de berdewam dike.

Operasyona ku hêzên me roja derbasbûyî li rojhilatê Kobanê dabû destpêkirin berdewam dike. Di encama vê operasyonê de hêzên me gundên Keynter, Kûlan a Yekemîn, Duyemîn û Seyemîn, dîsa girê Kepinrepin ji çeteyan paqij kirin. Ji ber pevçunên dijwar ên li qadê encama operasyonê bi zelalî nehatiye bidestxistin. 


 QAMIŞLO/KOBANÊ