Di daxuyaniyê de her îşaret bi tifaqa her sê partiyên dewleta Tirk a li dijî vîna gelê Kurd hat kirin û hat gotin, “Di dîroka cîhanê de em ji mînakên Mûssolînî, Hîtler, Franko, Salazar û yên mîna wan dizanin; heta ku di nava gelan de daxwaza azadiyê hebe, wê faşîzm ti carî mayînde nebe.”

NAV-DEM´ê got, ew ê têkoşînê li dijî faşîzmê xurt bikin, û “îro jî li dijî faşîzma Tirk a bi pêşengiya Erdogan” ew ê li ber xwe bidin. NAV-DEM´ê got, kesên dest dirêjî vîna Kurd kirî, wê qat bi qat hesabê wê bidin û banga tevlîbûna çalakiyên li Ewrûpa werin lidarxistin kir. Di bernameya çend rojîn li pêşiya me jî ev çalakiyên li jêr hene:

25’ê Gulanê (Îro)

Li Dusseldorf, li pêşiya HBF, saet 18.00´an.

Li Wûppertalê,  li pêşiya HBF, saet 17.30´an.


27’ê Gulanê (În)

Li Berlînê, li pêşiya Sefaretxaneya Bilind a Tirk, saet 17.00´an.
Li Bochumê, li pêşiya HBF, saet 18.00´an.
Li Hildesheimê, li pêşiya HBF, saet 15.30´an.
Li Duisburgê, li pişt HBF, saet 17.00´an.
Li Hannoverê konê agahdarkirinê tê vegirtin di çarçoveya “Festîvala hefteya demokrasiyê a li dijî nîjadperestiyê” de, li Goseride-Platz, saet ji 16.00´an heta 20:00´an. 
28’ê Gulanê (Şemî)

Li Hannoverê konê agahdarkirinê dewam dike li “Festîvala hefteya demokrasiyê a li dijî nîjadperestiyê”, li Goseride-Platz, 30159 Hannover, saet ji 12.00´an heta18.00´an.
Li Bremenê, li pêşiya Stasyona Navendî ya Trênan, saet 14.00´an.
Li Bîelefeldê, li pêşiya C&A, saet 14.30´an.


30’ê Gulanê (Duşem)

Li Berlînê, li U bahn Kuch str., saet 17.00´an. 


 NAVENDA NÛÇEYAN