Li Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta niha bi hezaran kes beşdarî boykotrina malê Tirkî bûne.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker dest bi êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  kir, li Başûrê Kurdistanê pêngava boykotkirina malên Tirkiyeyê hate destpêkirin û her ku diçe berfireh dibe. Heta niha bi hezaran kes beşdarî boykotkirina malê Tirkiyeyê bûne.

Di destpêkê de pêngavê bi riya torên civakî û gerana di nava bazaran destpê kir ku ji bo boykotkirinê esnaf dihatin agadarkirin.

Çavdêr eşkere dikin ku aboriya Tirkiyeyê li ser pişta Başûrê Kurdistanê xwe li ser piyan digire, eger baykota malê Tirkiyeyê were kirin, wê aboriya Tirkiyeyê wêran bibe. Herwiha destnîşan dikin ku eger aboriya wê têk biçe wê êdî nekaribe çekan bikire.

Hûn ê çawa malê Tirkî nas bikin !

Herwiha beşdarên pêngavê ji bo xelk malê Tirkî nas bikin, zanyariyan belav dikin.

Çawa malê Tirkî nas bikin

  • Her madeyek kodekî xwe heye. Herwiha her welatek kodek xwe ya taybet heye. Piraniya kodê malê Tirkî bi van du jimaran destpê dike, 868 û 869.
  • Li ser piraniya berheman navê welatan hatiye nivîsandin. Li ser malê Tirkiyeyê jî ‘Made in Tirkey’ heye.
  • Dîroka bikaranîna malê Tirkî bi bi Tirkî ye.
 

NAVENDA NÛÇEYAN