
Navenda Têkilî û Ragihandina HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîlayan ên di çerçoveya Operasyona Şoreşgerî de daxuyaniyek ji bo raya giştî belav kir. Di daxuyaniyê de çalakiyên hatine lidar xistin mîna Pêngava Duemîn a Operasyona Şoreşgerî hatin binav kirin û têkildarî çalakiyên pêk hatine agahî hatin belav kirin.
Bombebaran a li Şemzînan berdewam dike
HPG'ê ragihand ku di 8'ê Tebaxê de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Gostê, Kurê Mizgeftê û herêma Ewliyayê ji aliyê artêşa dagirker a Tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di heman demê de li dijî Neqeba Masîro, Navserên Garê, Girê Konservê û Geliyê Ava Hecibegê ji aliyê artêşa dagirker a Tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. HPG'ê ragihand ku derbarê 5 gerîlayên li herêma Şemzînê de agahî nayê bidest xistin û wiha hate gotin: "Di encama pêvajoya serweriya gerîlayan ya 17 rojan berdewam dike de agahiya şahadeta 5 hevalê me yê din gihîşt ber destê me. Wê di demeke kurt de nasnameya hevalên me yê şehîd were eşkerekirin."
Li Şemzînanê çalakiya YJA Star'ê
Navenda Têkilî û Ragihandina HPG'ê aşkere kir ku li herêma Şemzînan ya di bin kontrola Gerîlayan de ye roja 8'ê Tebaxê ji aliyê gerîlayên YJA Star ve li dij qereqola Rûbarokê çalakiyek hatiye lidarxistin. Hat hînbûn ku çalakiyeke bi bandor pêk hatiye lê derbarê wendahiyên artêşê de agahî ne hatine bidest xistin.
Gerîlayan avête ser şantiyeyê
Navenda Têkilî û Ragihandina HPG'ê her wiha diyar kir ku di 8'ê Tebaxê de li navenda Şirnexê li herêma Niyarê li dijî kargeha kevira ya Weysî Şahînê ji bo Fermandariya Tumena Şırnexê dixebite, ewlekariya wê ji aliyê leşkeran ve tê girtin û xebatên leşkerî birêve dibe, ji aliyê gerîlayên ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Hat ragihandin ku di encama vê çalakiyê de di şantiyê de dozerek, kemyonek û wezayiteke kevirşikêrek bi şewatê hatiye rûxandin.
Cerdevan serbest hate berdan
Di daxuyaniya HPG'ê de hate ragihandin ku li navenda Colemergê Nebî Erolê li gundê Kotranûsê cerdewanî û sîxuriyê dike ji aliyê gerîlayan ve hatiye binçavkirin. Ev kesê lêpirsîna wî qediyaye, li ser sonda dest ji cerdewanî û sîxurtiyê berde, çeka wî hatiye desteserkirin û serbest hatiye berdan.
Çekên li Çelê hatin desteser kirin
Navenda Têkilî û Ragihandina HPG'ê têkildarî çekên di çalakiya berfireh ya gerîlayan ku di 4'ê Tebaxê de li Çelê pêk hat de ji aliyê gerîlayan ve hatin desteser kirin de jî ev agahî dan: "Di 4'ê Tebaxê de li navçeya Çelê ya Colemergê li dijî 19 baregehên leşkerî yên artrêşa dagirker a Tirk ku ji aliyê gerîlayan ve operasyoneke şoreşgerî hatibû lidarxistin, di konaxa yekemîn de ji bo raya giştî agahî hatibû dayîn. Di vê operasyonê de 10 kaleşnîkof, 2 MG3, 5 G3, 4 HK-33 Çeka Melez, 20 cercorê van çekan, cîhazeke termal a biçûk û mezin ji aliyê gerîlayan ve hatiye desteserkirin. Herweha 7 panzer, wesayiteke kîrpî, 2 çeka A4, 2 MG3, 1 BKC, 5 G3 , 10 telefon û gelek alavên leşkerî hate rûxandin.
gerîlayan di navbera 7-9 Tebaxê de di konaxa duyemîn tevgera şoreşgerî de di çarçoveya konaxa duyemîn de li dijî baregehên leşkerî yên cûna hin çalakî hatine lidarxistin.
Di 7'ê Tebaxê de di saet 07.30'an û di 8'ê Tebaxê di saet 12.00'an de du caran li navçeya Çelêya Colemergê de li dijî baregeha leşkerî ya Girê ji aliyê gerîlayan ve çalakî hatine lidarxistin. Di encama vê çalakiye de 3 çeper û dûrbînek nîco hatiye rûxandin. "
Her wiha HPG'he ragihand ku di 8'ê Tebaxê de di saet 06.30'an de li navçeya Çelê li dijî du girên cûda yên Alaya Bîlîcanê ji aliyê gerîlayan ve hemwext bi awayeke bandar hatiye lêdan. Dîsa di 8'ê Tebaxê de di saet 08.00'an de li Çelê di encama çalakiya li dijî Qereqola Şikêr hate lidarxistin de panzerek hate rûxandin, herweha hemwext li leşkerên nizamiye jî hatiye lêdan.
Qereqola Serê Sêvê û Karataşê bûn hedef
HPGê têkildarî çalakiyên doh pêk hatin de jî ragihand ku du qereqol di heman demê de bûne hedefa gerîlayan û wiha hate gotin: " Di 9'ê Tebaxê de di saet 06.30'an de li dijî Tabûra Êrîşê, di saet 08.00'an de li dijî Qereqola Serê Sêvê Û Karataşê çalakiyên hemwet ên hate lidarxistin hîn jî berdewam dikin. Di encama van çalakiyên hatine lidarxistin de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Di derbarê encamên çalakiyan de her ku agahî bigihêjin dest me wê ji raya giştî re were eşkerekirin. "
HPG'ê ragihand ku li herêmê hîn jî kontrola gerîlayan berdewam dike û hêzên dewletê hin deveran bi hewan û obusan bombebaran dike.
Li Nisebînê du çalakî
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di 1'ê Tebaxê de li Mêrdînê di navbera navçeya Nisêbînê û beldeya Kertwênê li dijî xeta lûleyan a petrolê ya Kerkûk-Yumurtalikê ji aliyê gerîlayan ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Ji bo zirar li zevî û erdê gundiyan neyê xeta lûleyan nehatiye şewitandin lê bi giranî di vê xetê de zirar dîtiye. Derbarê çalakiyeke din a li Nisebînê pêk hatiye de jî ev agahî hatin dayin: "Di 8'ê Tebaxê de di saet 18.30'an de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê li nêzî Qereqola Gundê Gurinê li dijî leşkerên artêşa dagirker a Tirk ên derketine operasyonê ji aliyê gerîlayan ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek dijmin hatiye kuştin. Piştî bi qasî saeteke termê vî leşkerî li erdê maye rakirine Nisêbînê. "
ANF/BEHDÎNAN