
Fermandarê YPG’ê yê Herêma Kobanê Mehmûd Berxwedan, Serokwezîrê Kantona Kobanê Enwer Muslim, Hevseroka Meclisa Gel Eyşe Efendî, Serokê Desteya Parastinê Îsmet Şêx Hesen, Wezîrên Kantonan hat lidarxistin.
Gelek sazî û dezgehên çapemeniyê daxuyanî şopandin, destpêkê ji bo şehîdên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştre Enwer Muslim bi erebî axivî û wiha got: “Em bejna xwe li pêşberî hemû şehîdên ku em bi saya wan gihîştine van rojan û rê li ber belavbûna aştiyê di nava cîhanê de vekirin, ditewînin.” Muslim serkeftina Kobanê, li YPG/YPJ’ê, hêzên koalîsyonê, hêzên ku alîkarî kirine, gelê çar perçeyên Kurdistanê û hemû alîgirên azadî û demokrasiyê pîroz kir.
Fermandarê YPG'ê yê herêma Kobanê Mehmûd Berxwedan şehîd bi bîr anîn û wiha got: “Em soz didin ku em ê rêya wan heta dawiyê bişopînin û ji bo bicihanîna xeyalên wan, heta bihosteke xaka Kobanê dagirkirî mabe jî têkoşîna xwe dewam bikin. Di hizûra wan de em vê sozê li ser navê YPG/YPJ'ê û gelê Kobanê didin."
Têkoşîna rizgariyê wê bidome
Fermandarê YPG'ê Berxwedan spasiyên xwe pêşkeşî di serî de gelê bakurê Kurdistanê, berxwedêrên li ser sînor, koalîsyona navneteweyî û başûrê Kurdistanê û hemû kesên destek dane berxwedana Kobanê kir. Fermandar Berxwedan da xuyakirin ku têkoşîna wan wê dewam bike û wiha got: “Xeteriya li ser Kobanê hînê bi dawî nebûye. Hîn gelek gundên Kobanê di bin destê mêtingeriya DAIŞ de ne. Ji ber vê yekê ji îro û şûn de em ê têkoşîna xwe bi şêwazeke herî mezin li gundên Kobanê dewam dikin. Û heta em axa Sûriyeyê hemû rizgar bikin em ê dewam bikin."
Ji bo pêngava duyemîn bang
Fermandarê YPG'ê Berxwedan bal kişand ser meşa duyemîn a pêngava rizgarkirinê û wiha got: “Werin em yek bi yek gundên xwe ji mêtingeriya DAIŞ'ê rizgar bikin. Werin em li axa pîroz bi azadî bijîn. Werin em jiyaneke azad li ser axa Kobanê ava bikin. Ev roj ji bo me rojeke dîrokî ye. Ger em îro axa xwe rizgar nekin, em ê bi sedsalan di destên mêtingeriya faşîzma DAIŞ de bin. Ji ber vê yekê çawa me heta niha berxwedanek mezin kir û qet serê xwe ji kesî re netewand em ê ji niha û pêv e jî netewîne.”
Li vir mirovî hate parastin
Berxwedan da zanîn ku dê her gundek ji DAIŞ’ê re bibe goristan û wiha axivî: “Divê DAIŞ baş zanibe; çawa her xanî ji wan re bû mezel, dê her gundê Kobanê jî ji wan re bibe mezel û bibe destpêka tunebûna DAIŞ li tevahiya cîhanê. Kobanê îro ji bo tevahiya mirovahiyê şer kir, li ber xwe da û bi ser ket.” Li ser navê Desteya Parastinê jî Cîgira Serok Arjîn Bozan axivî û rizgarkirina Kobanê li YPG’ê pîroz kir. Bozan diyar kir ku YPG/YPJ’ê hêza xwe îspat kiriye û anî ziman ku ev hêza rasteqîn a ku li dijî terorê parastina mirovahiyê dike ye. Daxuyanî bi silavkirina YPG’ê, çepik û dirûşman bidawî bû.
ANF/KOBANÊ