Operasyonên şoreşgerî yê gerîlayên HPG li herêmên Kurdistanê belav dibe. Gerîllayên HPG li Dersîmê êrîş birin ser 2 qeraqolan. Li navçeya Elkê jî li konvoyeke leşkeran xistin. Gerîllayên HPG, li Sêrtê û Çewlîkê jî li dijî hêzên operasyonê çalakî lidarxistin. Navenda Çapemenî- Ragihandina HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan yên di sê rojên dawî de daxuyaniyek nivîskî da.

100 wesaît hatin rawestandin

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gerîlayên HPG´ê di çarçoveya operasyona şoreşgerî de di navbera Dersim û Erzinganê de hin rêzeçalakî li dar xistine. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: "Di 22'ê Îlonê de di navbera saet 17.00-24.00'ân de li ser riya Dersim -Erzinganê li derdora Kirmizikopruyê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. 100 wesayit hatiye rawestî, nasname hatiye kontrolkirin û gel jî di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin. Di vê çalakiyê de 2 tirên şîrketê taybet ên bi artêşa dagirker a tirk re hevkariyê dike hatiye şewitandin û rûxandin."
­­
10 leşker hatin kuştin
Hat diyarkirin ku bi awayeke hemwext li sêgoşeya Dersim, Qisle û Pulemurê jî li dijî qerqola Yolçati û cihê kontrolê ya leşkerên vê qereqolê gerîlayan çalakî lidarxistin. Di daxuyaniyê de weha got gotin: "Leşkerên di hundirê 2 panzer û wesaîta akrebê ya li nuqteya kontrolê radiwestiyan di encama lêdanên bandor ên gerîlayên me de nekarîbûn bersiv bidin û xwe li hundirê wesayitan kîlîtkirin. Di vê çalakiyê de 6 çeperên dijmin li gel leşkerên tê de hatiye rûxandin, 10 leşkerên dijmin ê bi çav hatiye dîtin hatiye kuştin, 10 leşker jî birîndar bûye."


Çekên hatine bidestxistin
HPG diyar kir ku gerîlayan li dijî girên ewlekariya Qereqola Yolçatî digire ji 3 baskan, li dijî çeperên qereqolê jî ji 4 baskan çalakî kirine û lê hejmara kuştî û birîndarê leşkeran nehatiye zelalkirin. Hat diyarkirin ku di vê çalakiyê de çekek otomatîk a G3, li gel rextê xwe yê tije 1 çeka melez a HK33, dûrbîneke şev û lazerek ji aliyê gerîlayan ve hatiye desteserkirin. Herweha gerîlayan li fermandarê qereqola Yolçati jî bi guleyan xistine.

Gerîlayan li çeperên leşkeran xistin

HPG di daxuyaniyê de diyar kir ku li dijî çeperên baregeha qereqola Kutudereyê gerîlayên ji du baskan ve çalakiyek lidarxistine û li ser encamên çalakiyê ev agahî dan: "Di encama lêdana bi bandor de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê gerîlayên me ve nehatiye zelalkirin. Dijmin bi 8 embûlans û gelek wesayitên sivîl kuştî û birîndarê xwe ji herêmê dûr xistiye. Ji piştî çalakiyê heta danê sibê ya 23'ê Îlonê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan li dijî herêmê bê ser û ber bombebaran kiriye. Li ser riya Dersim - Erzinganê gerîlayan nokteya kontrolê danîne û herêm hîn jî di bin serweriya gerîlayên me de ye."

Li Çewlikê li ser hev çalakî

Gerîllayên HPG´ê li Çewlikê jî li dijî hêzên operasyonê ku 10 hezar esker tevlî bûn çalakî lidarxistin. Di 21´ê Îlonê de li herêma Şehîd Serxwebûn û Terkan a nêzî beldeya Ilicayê leşkeran derketin operasyonê. Gerîllayan li dijî hêzên operasyonê li ser hev çalakî lidarxistin. Di çalakiyê de herî kêm cerdevanek û leşkerek hate kuştin. Piştî çalakiya gerîllayan operasyon li herêma  Beşler, Şehit Kahraman, Şehit Rojger, Dallitepe, Gol, Axpîk, Kamyun, Koz belav bû. Leşkeran herêm bombebaran kirin, lê gerîlayan danê êvarê çalakiyek din lidarxistin. Di daxuyaniya HPG de hat diyarkirin ku di vê çalakiyê de jî 2 leşker hatine kuştin û paşê jî şer rû daye. Lê di şerê dawî de hêjmara kuştî û birîndaran nehatiye zelalkirin. 


Li Elkê çalakî
Li navçeya Şirnex Elkê jî li nêzî gundê Setkarê pêr êvarê bi çekên giran û roketan çalakiyek hate lidarxistin. Li herêmê şer bi saetan dewam kir û hêjmareke zêde wesaîtên zirxî çûn herêmê.  Li çiyayê Marînosê jî leşkeran operasyon lidarxistin û li herêmê di navbera leşker û gerîlayan de şer rû da. Operasyona li herêmê îro jî dewam kir. HPG der barê operasyonê de daxuyanî da û diyar kir ku zozanên Laleşînê ji aliyê helîkopterên kobra ve hatiye bombekirin.
           
Li Sêrtê 2 leşker hatin kuştin

HPG’ê diyar kir ku li herêma Garisa jî di 21´ê Îlonê de 2 leşker hatine kuştin û wiha hat gotin: “Li Sêrtê li herêma Bilikê ya bi ser Garisayê ve li dijî leşkerên Artêşa Tirk ên li dijî herêma Garisayê derketibûn operasyonê de ji aliyê gerîlayên me ve di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Adil û Şehîd Nûda de çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşkerên dijmin hatine kuştin, çawuşekî pispor û cerdevanek jî birîndar bûne.”
Di daxuyaniyê de her weha hat diyarkirin ku di 21'ê Îlonê li navçeya Miyaran (Aricak) li dijî helîkoptereke skorskyê ya dixwest li qereqola bajaroka Berikê daxîne ji aliyê gerîlayan çalakiyek lidarxistine. Di heman demê de gerîlayan leşkerên di nava qereqolê de jî xistine. Di encama van çalakiyan de leşkerek hatiye kuştin, helîkoptera skorsky jî naçar maye ji herêmê dûr bikeve.

2 mamoste hatin binçavkirin
Navenda Çapemeniya YJA Starê jî ragihand ku di çalakiya li ser rêya Mûş û Pasûrê de 2 mamoste hatine binçavkirin û ev agahî da; “Di 22'ê Îlonê de di navbera saet 15.00-17.00'an de di navbera Mûş û navçeya Pasûra Amedê de ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Li vir  gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin. Herweha du mamosteyên pêkanînerê polîtîkayên bişaftinêne ji aliyê gerîlayên me ve hatine binçavkirin.” 

ANF/BEHDÎNAN