Komîteya Aboriyê ya Şengalê, ji bo şopên DAIŞ’ê li Şengalê ji holê rake, dest bi çandina şitlên daran kir. Bi vê armancê 3 hezar şitlên daran li xelkê hatin belavkirin.
Di dema êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Şengalê de li gel komkujiyên mezin yên bi ser civaka Êzîdî de, jîngeha herêmê jî hat wêrankirin.
Komîteya Aboriyê bi vê armancê 3 hezar şitlên darên cuda li xelkê belav kir, ji bo biçînin. Ji van şitlên tên belavkirin wê 400 jê li Geliyê Şilo ku dewleta Tirk Endamê Koordînasyona Civaka Êzîdî Mam Zekî Şengalî lê şehîd xistibû, werin çandin. Xebata ku doh destpêkiribû wê çend rojan bidome.
ROJNEWS / ŞENGAL