Di taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê, Saziya Zimanê Kurdî (SZK) jî di demsala xwendinê ya 2013/2014’an de li 6 dibistanan hezar û 700 şagirtên dibistanên seretayî û navîn bi zimanê Kurdî perwerde kirin.
Di van dibistanan de SZK’ê 26 mamosteyên pispor ên zimanê Kurdî erkdar kirin. Rêvebera SZK’ê ya taxê Jiyan Berkel diyar kir ku SZK’ê roj bi roj bi awayekî ber bi çav pêş dikeve û hejmara şagirtinên ku bi zimanê Kurdî hatine perwerde kirin. Jiyan Berkel gotinên xwe wiha domand: "Di sala borî de zimanê Kurdî tenê li hin refên dibistanan dihatin perwerdekirinê. Îsal jî hemû şagirt ên hemû pêkhateyan perwerdeya zimanê Kurdî dîtin. Her wiha rewşa perwerdeya bi zimanê Kurdî jî di nava welatiyan de hate belavkirin û qebûlkirin.
HELEB