
Li Rojavayê Kurdistanê, Saziya Zimanê Kurdî (SZK) bi daxuyaniyekê ragihandibû ku ew di rewşa heyî de amade ne li 20 dibistanên seretayî perwerdeya bi temamî ya Kurdî bidin. Ji bo vê yekê li gelek bajaran mamoste xebatên xwe bi lez kirin.
Li Qamişlo perwerdeya mamosteyan
Li Rojavayê Kurdistanê ji ber di sîstema perwerdeyê de heta niha alfabeya latînî nedihat bikaranîn ev yek li pêşiya mamosteyan astengiyan derdixîne. Ji bo ev pirsgirêk were çareserkirin destpêkê mamoste wê ji perwerdeyê derbas bibin û fêrî tîpên Kurdî, xwendin û nivîsandina Kurdî bibin. Li Qamişloyê ku yek ji bajarên ku herî zêde dibistan lê hene, mamosteyên ku heta niha li dibistanan dersên Erebî didan, ji bo bikaribin heman dersên xwe bi Kurdî bidin, dest bi dewreya hînbûna Kurdî kirin.Li bajarê Qamişlo, bi armanca amadekirina mamosteyên zimanê Kurdî, xebateke taybet dest pê kir. Mamosteyên gelek beşên cûda yên li dibistanên fermî kar dikin, ji bo heman beşên xwe bi zimanê Kurdî bidin zarokan, beşdarî dewreyeke taybet bûn.
Mamoste civînan lidardixin
Li bajarokê Girkê Legê jî bi vê armancê civîna mamosteyan hat lidarxistin. Endamê Saziyê Izzedîn Ebdella di civîna de bi bîr xist ku wan heta niha tevî hemû zor û zehmetiyan jî, mohra xwe li gelek xebatên girîng dane. Piştî axaftinan, ji bo birêveberiya kar û xebatên perwerdeyê, desteya ji 11 kesan pêk tê hat destnîşankirin.
Li gundê Basûtê yê girêdayî navçeya Efrînê Şêrawa jî, di çarçoveya xebatên amadekariya perwerdeya bi Kurdî de, civîna mamosteyan hat lidarxistin. di civînê de ji bo perwerdeya Kurdî xebat û bernameya dema pêş hate nirxandin û wezîfeyên dikevin ser milê mamosteyan hate guftugokirin.
ANF/EFRÎN