
Rayedarên SZK û rayedarên Wezareta Perwerde-hinkariyê da diyar kirin ku ji ber heya niha ev yek bi giştî ku derbazî perwerdeya bi zimanê dayikê ne kirine hinek sedemên xwe yên giring hene. Sedema wê ji ber nebûna mamostayên ku bi perwerdeya materyalê nînine.
Wezîrê Perwerdê yê Kantonê Riyad Mele Mihemmed got ku wê sala were ji refa 1’mîn heya refa 6’mîn ji bo bi temamî bi zimanê dayikê perwerde were dayîn amadekariyên wan didomin.
Mamoste hatin amade kirin
Riyad Mele Mihemmed bi bîr xist ku bi kampanyayên ku li gund, navçe û bajaran dane destpê kirin yekem navendên perwerdê vekirine. Riyad Mele Mihemmed da diyar kirin ku piştre her gund û taxê mamostayên xwe bi xwe derxistîn, kampanyekî wiha dane meşandin û wiha got: “Yekem ji bo giringiya zimanê dayikê pêşbikeve fêrbûna wê, ji bo jiyan bi zimanê dayikê be li gund, tax, kolan de me xebat meşandin. Piştre li gundan, taxan, bajaran û navçeyan dibistanên bo fêrbûna zimanê dayikê me vekirin.” Mele Mihemmed da diyar kirin ku ji mamostayên ku hatine amade kirin 700 ji wan li Kantona Efrînê niha li ser karin û got ku ji ber 550 mamosta ji jinan pêktên, ew jî sedema ku jin hîn zêde nêzî fêrkirina bi zimanê dayikê û fêrbûnê ne ye û weke ev erka wane dane nîşan dan.
Li Hesekê 10 hezar xwendekar
Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya bajarê Hesekê çavdêriyê li ser fêrkirina zimanê Kurdî ji 10 hezar xwendekarên astên seretayî, navîn û amadeyî di 15 dibistanan de bi 45 mamosteyên zimanê Kurdî dike. Berpirsiyarên SZK’ê diyar kirin ku 45 mamosteyên girêdayî SZK’ê ên ku beşdarî perwerdeya Akademiya zimanê Kurdî ya bajarê Qamişlo bûbûn, çavdêriyê li ser 10 hezar xwendekaran li 15 dibistanên astên seretayî, navîn û amadekariyê yên li bakurê bajêr, dikin.
Di heman demê de SZK’ê endamên sazî û meclîsên bajêr fêrî zimanê Kurdî dikin, her wiha waneyên zimanê Kurdî li Navenda Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz li taxa Miftî, Navenda Konfederisyonê ya li taxa Kelasê,Navenda Rêxistina Kar û Barên Xwendekaran, Saziya Nûrî Dêrsimî ya Fikir û Ramanê, Mala Jinan a li taxa Salihiyê û du girûpên xwendekarên zanîngehê li dibistanên Ehmed Zaal û Ebdullah Qadirî, didin.
Endamê SZK’ê ya bajarê Hesekê Mustefa Mihemed ji ANHA’yê re diyar kir ku ew di fêrkirina zimanê Kurdî li dibistanên di taxên ku Rêjîma Baas têde desthilatdar bû dereng mane, her wiha ji ber ku Birêvebera Wezareta fêrkirin û Perwerdekirinê ya bajarê Hesekê ya rêjîma Baasê Îlham Saroxan fêrkirina zimanê Kurdî li dibistan qedexe dikir. Mihemed di axaftina xwe de got ku ew bi têkoşîna wan dê fêrkirina zimanê Kurdî bidomînin û wiha anî ziman: “Em ê zimanê Kurdî di dibistanan de bi awayekî fermî bidin û ji bo zimanê Kurdî bigihêje asteke pêşketî tu astengî li pêşiya qebûlkirina xwendekaran di aliyê metodan de dernekevin bixebitin.” Mihemed di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew ê fêrkirina zimanê Kurdî li tevahî bajarê Hesekê beçespînin.
EFRÎN/HESEKÊ