Di çarçoveya kar û xebatên Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya bajarê Qamişlo û gundên derdora wê yên sala borî de, perwerdeya zimanê Kurdî di 72 dibistanên fermî yên astên destpêkê, navendî û amadeyî de hate meşandin. Di van dibistanan de bêhtirî 44 hezar û 544 xwendekar hatin perwerdekirin. Ji van xwendekaran 3 hezar û 518 xwedekarên ereb bûn û 256 xwendekar jî ji pêkhateya Asûrî û Suryan bûn. SZK’ê bi awayekî fermî pileya zimanê Kurdî di bawernameyên dibistanan de bi cih kirû li xwendekaran belav kirin.
Her wiha di 14 navendên girêdayî SZK’ê de zimanê Kurdî hate perwerdekirin. Ji van navendan, Navena Şehîd Reşo, Navenda Şehîd Rojîn a taxa Enteriyê, Navenda Şehîd Aysel a taxa Qenat Siwês, Navenda Şehîd Mistefa ya taxa Hilêliyê û yên din  bêhtirî 4 hezar û 767 xwendekar hatin perwerdekirin. Hejmara mamosteyên van navendan jî nêzî 239´an e.
Saziyê beşeke taybet ji bo perwerdekirina zimanê Kurdî ji pêkhateya ereb re vekir û ji bo wê mamosteyên pispor di wêjeya Kurdî de erkdar kirin.
Her wiha yek ji karên SZK’yê yên herî girîng li bajarê Qamişlo Akademiya Celadet Bedirxan a Wêje, Ziman û Dîroka Kurdî vekir. Akademî di 23’yê cotmeha 2013’an de ji bo perwerdekirina mamosteyên zimanê Kurdî hate vekirin. Akademiyê heta niha du dewreyên ku ji 80 mamosteyan pêk dihatin, bi dawî kirin. Di van dewreyan de mamoste li ser rêzimana Kurdî, raman, dîrok, erdnîgarî, wêje û girîngiya perwerdeyê hatin perwerdekirin. Her wiha mamosteyan gelek waneyên der barê lêkolînên nivîskar û torevanên Kurd de jî dîtin. Akademî niha jî amadekariya dewreyeke sêyemîn dike.

´Em pirtûkên dersan çap dikin´

Derbarê birêvebirina karê SZK’ê û plansaziyên wê û projeyên dema pêş de, Endamê SZK’ê Hesen Elî Mihemed got, tevî derfetên kêm ên SZK’ê wan gaveke dîrokî avêtiye û karibûn perwerdeya zimanê Kurdî li bajarê Qamişlo û gundên girêdayî wê bidin rûniştandin.
Mihemed  wihadewam kir: “ji bo zimanê Kurdî di hemû dibistanan de bi awayekî bêhtir akademî bê perwerdekirin, em hewl didin mamosteyan zêde bikin û em ê di sala nû de bi şêwazekî nû û bi hêz perwerdeyan bimeşînin.”
Mihemed axaftina xwe wiha bi dawî kir: “SZK’ê ji bo vekirina amojgeheke wêje û zimanê Kurdî di nava xebatan de ye û ji bo sala nû pirtûkên dibistanan çap dike.” 

QAMIŞLO