Piştî ku navenda Kobanê û gundên wê ji çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin, sîstema perwerdeyê ji nû ve destpêkirin. Di nava vê demê de 24 dibistan hatin vekirin û zêdetirî 3 hezar zarokan dest bi perwerdeyê kir. 

Li Kantona Kobanê di çarçoveya xebatên Desteya Perwerdeyê û Saziya Zimanê Kurdî (SZK) dibistanên di encamên şer de ziyan dîtibûn hatin tamîr kirin û dayîna perwerdeyê hatin tespîtkirin. Perwerdeya ku ji navenda bajar destpê kir, niha li gundan jî belav bûye û pergala wê hêdî hêdî tê rûniştandin.


‘Zimanê Kurdî qedexe bû’

Serokê Desteya Perwerdeyê Hisên Mehemed Elî, di derbarê xebatên perwedeyê û ji nu vê avakirinê de axivî. Hisên Mehemed Elî anî ziman ku beriya şoreşa rojava, perwerdehiya herêma Kobanê rastî gelek astengiyan dihat. Elî, da zanîn ku li dibistanan ne tenê perwerde, axaftina bi zimanê Kurdî jî qedexe bû û got: “Me nikaribû bi zimanê Kurdî biaxiviya. Yên bi Kurdî diaxivîn dihatin cezakirin..”

Elî diyar kir ku bi îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re di xebatên perwerdeyê de jî pêngavên şoreşgerî hatine avêtin û ev agahî dan: “Li gorî hejmara şagirtan û dibistanan me xebat ji nû ve birêxistin kirin. Bi alîkariya Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û Yekîtiya Mamosteyan di nava 3 salan de 1100 mamosteyên herêmê yên dildar li dibistanên bajar û gundan dersên zimanê Kurdî dan. Di nava tunebûn û hemû astengiyan de perwerde li herêma Kobanê ranewestiya. Ji refa yekê heta refa 9’an zimanê Kurdî li dibistanan dihatin dayîn. Cara yekemîn li herêma Kobanê perwerdeya bi zimanê Kurdî li dibistanan tê dayîn. Bi îlankirina Kantonê, Desteya Perwerdehiyê jî çêbû û me bi alîkariya Saziya Zimanê Kurdî  xebat birê ve birin.”


‘Rapora ziyanan hate derxistin’

Elî da zanîn ku di encama xebatên wan de li navenda Kantonê 4 û li gundan jî 20 dibistan ji nû ve hatine vekirin wiha dirêjî da axaftina: “Me navên dibistanan jî ji nû ve danîn. Dibistanên li navendê wekî; dibistana Şehîd Berfîn, dibistana Şehîd Mamoste Osman hatin guherdin. Dîsa pêşniyar hate kirin ku dibistanên Miştenûr (Mumemed Dira) û Tişrîn jî bi navê Şehîd Arîn bêne binavkirin.  Tevî  ku avahiyan zirarên madî dîtine jî, dîsa me dibistan vekirin ku zarokên me bê perwerde nemînin.”


Bi hezaran xwendekar

Mehemed Elî, destnîşan kir ku niha li herêma Kobanê zêdetirî 3 hezar zarok ji aliyê 200 mamosteyan ve têne perwerdekirin û wiha dom kir: “Tevî rewşa aloz a herêmê jî, têkiliya me bi mamosteyên gundan re heye. Li aliyê din kesên ku navên xwe li nivîsgeha kar ji bo perwerdeyê dane nivîsandin zêdetirî 100 kesî hene. Ji vana 58 kesan bi dildarî dest bi kar kiriye. Ev karekî netewî û miroviye.”


5 dibistanên nû

Desteya Perwerdeyê û Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya Kobanê, herî dawî li 5 gundên rojavayê Kantonê dibistan vekirin. Dibistan li gunde Derbazinê  'Dibistana Şehîd Welat,', li gundê Hecî Ismaîl 'Dibistana Şehîd Awaz', li gundê Cibnî 'Dibistana Şehîd Sadiq', li gundê Çarqilê 'Dibistana Şehîd Xebat' û li gundê Mişko 'Dibistana Şehîd Rêdûr.' hatin vekirin. Rayaderan diyar kirin ku li van dibistanan bi giştî 90 şagirt hene û 6 mamoste dersan didin.


‘Alikarî pewîste’

Serokê Desteya Perwerdeyê Mehemed Elî, got ku ji Bakûrê Kurdistanê alîkariya lênûsk, pênûs, çente û pêdiviyên din ên perwerdeyê hatine û ev li li şagirtan hatine belavkirin, lê hîn pir kêmasî hene û banga; “Em bi hêvî ne ku rêxistinên navnetewî û Kurdistanî ji bo perwerdekirina zarokên Kobanê alîkariyê bişînin” kir.

Elî, li rex temamkirina dibistanan û vekirina wan, projeyên xwe yên dema pêş jî wiha vegotin:  “Em dixwazin hemû meteryalên refên 1 û 2’yan bi kurdî amade bikin. Bêguman dê hemû ders bêne dayîn, lê ya girîng ew e ku materyan bi kurdî bin. Ev piroje beriya êrîşên çeteyan hebû û me dê dest pê bikira, lê êrîşan derfet neda ku em pêk bînin.” 


DÎCLE MUSA/ANHA/KOBANÊ