Konferans amadebûna 180 delegeyên jin ên ji wargeha Newrozê yên li Rojava Kurdistanê dimînin û yên li çiyayê Şengalê de xwe bicih kirine li qûntarên çiyayên Şengalê hat lidarxistin. Di encamnameyê de wiha hat gotin: “Di gel 180 delegeyan di konferansê de hevseroka Kantona Cizîrê, Wezareta Jin, berdevkê Yekîtiya Star, nûnera jinên Êzîdiyên Kantona Cizîrê û gelek rayadarên Kantona Cizîrê amade bûn. Dîsa ji Ewropa nûnera Meclîsa Jinên Êzîdî ya Ewropa, nûnera buroya Aştî ya Jinên Kurd CENîN amade bûn û peyamên xwe dan.”


Li dij fermana 73 biryaradariya berxwedanê

Di encamnameyê de hat ragihandin ku civaka Êzîdî û bi taybet jî jinên Êzîdî, di dîrokê de bi gelek fermanan re rû bi rû mane û ji cih û warê xwe bûne. Bi hezaran Jinên Êzîdî bi destê çeteyên DAIŞ’ê rastî tecawiz, her awayî kiryarên qirêj û derveyî mirovahî hatin. Di bazarên koleyan de hatin firotin, zarok, hevser û bav û birayên wan li ber çavên wan de bi wehşetî hatin qetilkirin. Ev hovîtî û qirkirinên mezin li ser gelê Êzîdî hate meşandin di sedsala 21. de ku em jê re dibêjin sedsala bilindkirina nirxên azadî û demokrasiyê çêbû. Ev kiryarên ku hatin jiyîn bi taybetî di nav me jinan de telafikirina wê pir giran û zehmet encaman derxist  holê.

Di vê watê de bersiva me, tola me li hember fermana 73. xwe rêxistinkirin, bi rêxistina xwe, xwe gihandina hêza têkoşînê ye.”


Gava girîng a rêxistinbûyînê

Di encamnameyê de hat diyarkirin ku bi vê konferansê  xwe gihandina rêxistinbûna xwe û wiha hat gotin: “Li ser vê bingehê ev konferans ji bo me gava rêxistinbûyîna me ya destpêkê ye. Di encama biryarên konferansê de bi dengê delegeyan meclîseke ji 27 kesan hate hilbijartin. Meclîs wê di nav xwe de rêveberiya xwe hilbijêre. Komîteyên ku pêwîstiyên civaka Êzîdî û jinan pê hebe wê ava bike û meclîs wê li ser vê bingehê xebatên xwe bimeşîne.

Konferansa me;  di xwerêxistinkirin û jiyana xwe de,  wê fikr û ramanê Rêber Apo ji xwe re bingeh bigire û li ser vê bingehê bimeşe. Ev nêzîkbûyîn da diyar kir.”


Biryarên Konferansê


Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku di konferansê gelek nirxandinên girîng çêbûn û gihişt gelek biryaran. Hinek biryarên bingehîn ev in:

1- Kesên ku mecburî koçberiyê hatine hiştin, dîsa vegerin Şengalê cihên rizgarkirî. Êzîdî ji bo ku dîsa berê xwe bidin axa xwe Şengalê, jinên Êzîdî pêşengiya vê bikin û xwedî rol bin.

2- Li himber polîtîkayên ku qaşo birînên jinên Êzîdî derman dikin û jinên Êzîdî dibin Ewropa û ji çand û axa wan dûr dixin, li hember van polîtîkayan bê sekinandin û têkoşîn were meşandin.

3- Konferansa me YPJ-Ş hêzên parastina jinên Şengalê hêza xwe ya parastinê dibîne û ji bo mezinkirina YPJ-Ş xwe berpirsyar dibîne.

4- Li ser bingeha xweparastinê, hemû jinên Êzîdî perwerdeya lêşkerî, siyasî û ji hemû aliyê ve xwe pêşxistinê bingeh digire.

5- Di nav civaka Êzîdiyan de li hember dijberî û nakokiyên pêkhatî xwedî helwest e, ji bo yekîtî û aştiya Êzîdiyan, jin rola xwe ya çêker bilîze û pêşengî bike.

6- Di serî de DAIŞ û hemû hewldanên pergala desthilatiya baviksalarî û zîhniyeta mêr a bi dijwarî  li ser civakê û jin desthilatdarî dike li hember wê disekine û xwe digîhîne hêza têkoşînê.

7- Dîsa konferansa me di serî de dayik û malbatên ku zarokên xwe, bi taybetî zarokên keç, ji bo beşdarî  refên berxwedanê nebin astengiyên ku çêdikin van nêzîkbûna rexne dike, perwerde û îqnakirinê bingeh digire, nêzîkbûna ku ciwanan paşve dikişîne û wan bi hişmendiyeke bêhewldan û li qedera xwe razî dihêle re têkoşîn dike.

8- Dîsa konferansa me bang li Meclîsa Ruhanî dike; nêzîkbûyînên ku ciwanên me, jinên me ji çanda wan, baweriya wan û nirxê wan dûr dixin, qut dikin de, li hember van nêzîkbûnan pêwîste bisekine.”  


 ŞENGAL