
Ev nêzî du hefta ne ku şervanên YPG/YPJ’ê li dijî êrîşên çeteyên El Nusra li bajarê Til Koçer berxwedaneke bêhempa didin nîşan. Her wiha li gelek bajarên wekî Girkê Legê, Qamişlo û Serêkaniyê jî şerên dijwar hebûn. Hat hînbûn li Serêkaniyê 16 çete hatin kuştin.
TIL KOÇER: Li gora agahiyên ku ji çavkaniyê bajarokê Til Koçer hatine girtin, di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çeteyên El Nusra de şerên dijwar rûdane. Hat ragihandin şerê di saet 12’ê nîvro de dest pê kir, li herênên wekî Sarîç, Muşirfê, Sididiyê berdewam dikin. Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku di şerên dijwar de komên çete gelek kuştî û birîndar dane. Berî niha YPG di operasyona bi navê ‘Şehîd Çekjîn Efrîn’ de gundên Mişrêfa, Sarinc û Sididiyê ji destê komên çete rizgar kiribû.
GIRKÊ LEGÊ: Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, şevê din saet derdora 01.00'an de li derdora gundên Girhok û Yusifiyê yên girêdayî Girkê Legê, di navbera hêzên YPG/YPJ'ê û komên çete de şer derket. Çavkaniyan diyar kirin ku di şerê ku heta saetên serê sibehê bi dijwarî dom kir de, çeteyan gelek kuştî û birîndar dan. Her wiha 5 çete jî dîl hatin girtin.
QAMIŞLO: Çeteyên El Nusra ku li gundên Til Îd, Becariyê, Uwêniyê, Xirab Esker, Boladiyê û Rihêba Zahir li dijî hêzên YPG'ê windahiyên mezin dan, gelek welatiyên sivîl revandin û di şer de wekî mertal bi kar tînin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine, çeteyên dema ji gund reviyan ji malbata Îsmaîl kesên bi navê Seyît Îsmaîl, hevjîna wî Henîfa, keça wî Nezha û zavayî wî Hîşam û pîra malê Behiya, ji malbata Mecît jî kesên bi navê Resûl Seyît Mecît, hevjîna wî Narince, keçên wî Bêrîvan a 25 salî, Rojîn a 23 salî, Hêvî ya 21 salî, Zêrîn a 2 salî û kurê wî Hanî yê 30 salî jî bi xwe re birine.
Hat gotin ku çeteyan ev malbat li hemberî YPG'ê wekî mertal bi kar anîne û ji wana Resûl Seyît Mecît jiyana xwe ji dest daye. Welatiyên din hêj di destê çeteyan de ne.
SERÊKANIYÊ: Fermandariya YPG’ê ya Serêkaniyê der barê şerê ku şevê din li ser riya bajaroka Tilxelefê û gundê Kişto di navbera çeteyên El Nusra û şervanên YPG/YPJ’ê de rû dabûn de daxuyaniyek nivîskî weşand. YPG’ê di daxuyaniyê de diyarkirin ku pevçûnan saet di 22.00’an de dest pê kiriye û heta saet 04.00'an dewam kiriye. Hat gotin ku di encama pevçûnan de 16 çete hatine kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN