Navenda Çapemeniya YPG’ê der barê ‘Operasyona Şoreşgerî ya Tolhildana Şehîdên Serêkaniyê’ ku di 1’ê Mijdarê de li herêma Serêkaniyê li dijî komên çete hatibû destpêkirin de, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêngava yekemîn a operasyonê bi serkeftî bi dawî bûye û ev tiştin hat gotin: “Armanca sereke ya vê pêngavê ew bû ku riya sereke ya di navbera Serêkaniyê û Til Temirê de, bi taybetî herêma bakurê rê ji komên çete bê paqijkirin. Bi rizgarkirina gudê Mişrafa ku baregeha dawî ya çeteyan bû, pêngava yekemîn ya hemleyê bi serkeftî bidawî bû.

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di pêngava yekemîn de 19 gund, gelek bajarok û depoyên genim hatine rêzgarkirin û ev agahî hatin dayîn: “Di vê pêngavê de gundên Micêbra, Hilêwa Şîşan, Tilcamûs, Qatof Şimalî, Qatof Wistanî, Qatof Cinûbî, Çikêma, Til Diayb, Esediyê, Bîr Nûh, Qisêr, Bîe Elzad, Siyade, Sefih, Mişrafa, Helbiyê, Moberd, Edûla, Tilhermel, benzînxaneya Sefranî, depoya genim a El-Sefih, gelek mezre û bendên kontrolê ji komên çete hatin rizgarkirin.” YPG’ê aşkera kir ku di şer û pevçûnên van herêman de bi dehan çete hatine kuştin û gelek tang, çebilxane û çekên ferdî jî hatine destaserkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di vê hemleyê de şervanên YPG’ê Rêzan Serêkaniyê, Jiyanda Kobanê û Xwînda Kobanê şehîd ketine. Di daxuyaniyê de ji welatiyên gund û bajarokên ku hatine rizgarkirin hat xwestin ku vegerin malên xwe û ji bo pêkanîna ewlehî û aramiya herêmê bibin alîkar. Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê pêngava duyemîn a operasyonê bê destpêkirin.

Li Efrînê 23 çete hatin kuştin

Operasyona şervanên YPG/YPJ’ê ya li dijî çeteyan DAIŞ’ê dewam dike. Şervanên YPG/YPJ’ê li gundê Yazî Baxê  yê girêdayî Efrînê li hemberî çepereke çeteyan çalakî lidarxistin û di encamê de 23 çete hatin kuştin. Çalakiya destpêkê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de 7 çete hatin kuştin. Komên çete yên ku ji bo hewariyê hatin û xwestin cenazeyan rakin jî rastî êrîşê hatin. Di vê çalakiya şervanên gel de jî 16 çete hatin kuştin.

SERÊKANIYÊ / EFRÎN




Ji bo YPG’iyan merasîm

Cenazeyên şervanên YPG’ê Xalid Fendî ê bi nasnav Mezlûm Kobanê û Mihemed Arif ê bi nasnav Hogir ku di berxwedana gundên Qestel Cindo û Cilbirê yên Efrînê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyê hezaran kesî ve li goristanan şehîd Refîq hatin definkirin.
Bi hezaran kesî cenazeyên şervanên YPG’ê Xalid Fendî yê binasnav Mezlûm Kobanê û Mihemed Arif ê binasnav Hogir ji Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê wergirtin. Girseyê gel ku bê navbera diruşmeyên “Bijî berxwedana YPG’ê û Şehîd Namirin” berz kirin cenazeyên şervanên YPG’ê bi karwaneke ji wesayîtan ber bi goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna ve bi rê kirin. Li vir merasîm hate lidarxistin.
Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre Endama Desteya Rêveber a Yekîtiya Star Arşam Kurdman axivî û êrîşên komên çete şermezar kir. Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan jî Mehmûd Efrînî axivî û bal kişand ser berxwedana hêzên YPG’ê ya li dijî êrîşên komên çete. Li ser navê Saziya malbatên Şehîdan jî Mehmûd Efrînî axivî û bal kişand ser berxwedana hêzên YPG’ê ya li dijî êrîşên komên çete. Piştî axaftinan cenazeyên şervanên YPG’ê bi diruşme û tilîlîan spartin axê.

EFRÎN