Komîteya Rêveber a PKK’ê jî di salvegera 6. a Komkujiya Parîsê de daxuyaniyek da û got, “Hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî 9’ê Çileyê li navenda Parîsê bi nemerdî hatin qetilkirin. Ev yek êrişeke plankirî bû ku ji aliyê rêveberiya Tayyîp Erdogan û MÎT´a bi rêveberiya Hakan Fîdan ve hate kirin.”

PKK´ê di dawamê de got, “Heger mirov bi baldarî lê binihêrin, wê bibînin ku hewldanên nûkirina komploya navneteweyî yên bi Komkujiya Parîsê re dest pê kirî, îro jî li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, komkujiyê li Kurdan û jinan dikin. Li Efrîn, Botan, Dersim, Şengal, Mexmûr û Bradost bi heman şeweyî êriş û komkujiyên qirrker-faşîstane dewam dikin.

Di ber wan de hiştin

Bi hedefkirina rêveberiya partiya me re dixwazin tevgera me ya azadî û demokrasiyê tasfiye bikin. Lê belê, partiya me û gelê me, jin û ciwanên Kurd ên dan ser şopa hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî, bi têkoşîna xwe ya şeş salên derbasbûyî êrişên komplogeran şikandin, planên tinekirin û tesfiyeyê ji hev xistin û daxwaza kujerên komploger di ber wan de hiştin. Têkoşîna tolhildanê niha bi pêşengiya Leyla Guven li ser bingeha berxwedaneke nû ya 14’ê Tîrmehê bi pêngava serketinê ya bi navê ‘Em tecrîdê bikişînin û faşîzmê hilweşînin’ dewam dike. Sala 2019’an wê bi vê pêngavê re bibe sala serketinê û şehîdên me yên Parîsê wê di vê serketinê de her hebin! Li ser vî esasî em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku li her deverê bi çalakiyên xurt pêngava serketinê bi hêz bikin.”

 

 ANF/BEHDÎNAN

 
 

Heta kujer hesap bidin

Bi rasthatina 6. salvegera qetilkirina sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, 12’ê Çileyê li Parîsê meş û mitîngeke nevendî tê lidarxistin û komkujî pê tê protestokirin.

Çalakî ji aliyê  tevgera jinên Kurd a Ewrûpayê TJK-E û tevgera civaka demokratîk a Kurdên li Fransayê CDK-F ve tê ogranîzekirin. Tê payîn ku roja 12´ê Çile ji çar aliyên Ewrûpayê Kurdistanî tevî dostên xwe wê biçin Parîsê. Îro jî saet 11.30´î tevî malbatên her sê jinên şoreşger wê li ber Buroya Înformasyonê ya Kurd çalakiya bibîranînê pêk were.

Komîteya amadekar der barê çalakiya 12´ê Çile de daxuyaniyek da. Komîteye diyar kir ku amadekariyên wan bi dawî bûne û bang li her kesî kir ku roja şemiyê li parîsê bin da ku bi xurtî hesab ji kujeran bipirsin.

Em daxwaza edaletê dikin

Seroka Komeleya France-Kurdistan, Sylvie Jan jî banga beşdariyê kir û got, “Beriya 6 salan 3 hevalên me yên Kurd Sakîne, Rojbîn û Leyla bi nemerdî hatin qetilkirin. Ji wê wextê ve em her sal ji bo edaletê dimeşin. Em ji edaleta Fransayê dixwazin ku kujeran eşkere bike û ceza bike. Em vê edaletê ji bo hevalên xwe, malbatên wan, Kurdên li Fransayê, gelê Kurd û ji bo gelê Fransayê dixwazin. Ji ber vê yekê bang li we dikim ku 12’ê Çile, roja Şemiyê saet 10’an li Gare du Nord a Parîsê bi me re tevlî meşê bibin.”

 

PARÎS