
Li Hesekê jî çalakiyên xwedîderketina li zimanê dayikê ji aliyê Navenda Çand û Huner a Xabûrê ve desetpê dikin. Li aliyê din hate ragihandin ku Desteya Perwerde û Hînkirinê ya Kantona Cizîrê nêzî 500 dibistanî aktif kirine, ji perwerde û hîndekariyê re vekirine.
Navenda Çand û Huner a Xabûr a bajarê Hesekê ji bo piştevaniya şagirtan bike da ku biçin dibistanên xwe û zimanê xwe yê dayikê fêr bibin, bi navnîşana “Ziman çand e, çand hebûn e, xwedî li zimanê xwe derkevin” pênganvek li dibistanên seretayî dane destpêkirin.
Di vê çarçoveyê de bi beşdariya hezeran zarok, kadroyên dibistanê û malbatên zarokan li Dibistana Deham Bozo ya taxa Miftî şahiyek hat lidarxist.
Şahî bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê jî li ser navê Navenda Çand û Huner a Xabûr Fayiz Hisên axivî û bal kişand ser girîngiya fêrbûna bi zimanê dayîkê. Fayiz bang li hemû şagirtan kir ku xwedî li zimanê xwe derkevin.
Koma Zarokan a Şehîd Delîl a Stanan jî hin stranên xwe ku tê de balê dikşîne ser zimanê Kurdî û çûyîna dibatanê di nava çepik û guhdarkirnina zarokan de pêşkêş kir. Koma Dîlanê ya Şehîd Berçem û Koma Şehîd Mêrxas jî dilanên xwe yê folorîk pêşkêş kirin.Di şahiyê de koma dengbêjan a girêdayî navendê, hin çîrok û stanên gelerî gotin.
Di dawiya şahiyê de mamosteya Zimanê Kurdî ya Dibistana Deham Bozo ya bi navê Zozan Silêman spasiya tevgerê kir ku kêfxwşiyeke xiste dilê zarokan. Di dawiyê de zarokan durişmeya “Bêyî ziman jiyan nabe” avêtin.Çalakiyên di çarçoveya vê pêngavê de wê li hemû dibistanên bajêr û gundên derdorê werin lidar xistin.
452 dibistan aktif kirin
Desteya Perwerde û Hînkirinê ya Kantona Cizîrê di çarçoveya hemleya aktîfkirina dibistanan de heta niha 452 dibistanên herêmê sererast kirine. Lêçûnên li van dibistanan hatine xerckirin 32 milyon û 500 hezar lîreyên Sûriyeyê ye. Hemle hêjî berdewam e.
Desteya Perwerde û Hînkirinê ya Kantona Cizîrê di 1’ê tîrmehê de hemleyeke sererastkirin û aktîfkirina dibistanên kantonê dest pê kir. Beriya ku xebatên sererastkirina dibistanan dest pê bike, birêveberiyên perwerdehiyê yên kantona Cizîrê ku ji 11 birêveberiyan pêk tê lêkolînek derbarê rewşa hemû dibistanan û pêdiviyên wan de amade kirin. Li gorî raporên van birêveberiyan Desteyê jî hemleya xwe dest pê kir.
Hemle ji bajarê Amûdê dest pê kir û piştre li seranserî Kantonê hate meşandin û hêjî berdewam dike. Derbarê armanca ji vê hemleyê Endamê Komîteya Çavdêriya sererastkirina dibistanan a Kantona Cizîrê Mecdel Hac Ebdî di hevdîtinekê bi ANHA’yê re diyar kir ku hemleya wan dabeşî du beşan dibe. Beşê yekemîn ew e ku hemû dibistanên herêmê dê bêne sererastkirin û hemû pêdiviyên wan dê bêne peydakirin û beşê duyemîn jî ew e ku ji bo şagirt vegerin dibistanên xwe alîkariya wan bête kirin.
Ebdî got ku wan heta niha 452 dibistan sererast kirine, ango ji giştî hejmara dibistanên Kantonê yên ku pêdiviya wan bi sererastkirinê hene, ji sedî 75 dibistan hatine sererastkirin û wiha got: “Lêçûna li sererastkirina van dibistanan hatiye xerckirin 32 milyon û 500 hezar lîreyên Sûriyeyê ye.”
Ebdî di dawiya axaftina xwe de got ku hin dibistan ji xeta pevçûnên di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ’ê de nêzîk in û ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê gelek ziyan dîtine û ji ber vê yekê xebatên mezin ji bo sererastkirina van dibistanan pêwîst in û axaftina xwe wiha bi Lêkolîn tên amadekirin û ew ê van dibistanan jî di demeke nêz de amade bikin û deriyê wan ji şagirtan re vebikin.”
ANHA/HESEKÊ