Desteya Rêveber a KNK’ê ku navenda wê li Brukselê ye, der barê îlana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a yek ji sê kantonên Rojavayê Kurdistanê Kantona Cizîrê de, daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Li Rojavayê Kurdistanê pêngava avakirina Xweseriya Demokratîk gav bi gav bi pêş dikeve.” KNK’ê diyar kir ku tevî êrîşên rejîma Şam û komên çekdar jî gelê Kurd bi gelên Asûrî-Suryanî, Ermenî û Ereban re welatiyên Kurdistanê parastiye.  KNK’ê balkişand li ser civîna Cenevre 2 ya ku Kurd jê re nehatin vexwendin û destnîşan kir ku civînek bêyî temsîla Kurdan ne pêkane bi ser bikeve û got: ”Bila gelê me û welatiyên Kurdistanê bizanibin ku temsîl û naskirina li nava navneteweyî bi sebir û demê re dibe. Tişta girîng di hevgirtina navxweyî ye.”


KONGRA GEL: Pergala gel ava dibe

Hevserokatiya KONGRA GEL, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê ya ku duh hat îlankirin silav kir û got: “Bi vê pêngava dîrokî re, gelên Rojavayê Kurdistanê gav bi gav pergala xwe ya Xweseriya Demokratî ava dikin. Bi wesîla vê roja dîrokî, di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de hêzên ku herî pêşeng in, tevgera jin û tevgera ciwanan ji dil silav dikin. Dîsa yên ku di qezençkirina vê roja dîrokî de xwedî para herî mezin in şehîdên Rojavayê Kurdistanê bi hurmet û bi minnet bîr tînin û li hemberî bîranîna wan bejna xwe ditewînin.” KONGRA GEL destnîşan kir ku  Îlankirina Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, bersiveke dîrokî ye li hêzên civîna Cenevre 2 organîze dikin. KONGRA GEL daxuyaniya xwe bi van hevokan bi dawî kir: “Neyar û dilnexwestên şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî pir in. Pêwîste gelê Kurdistanê baş bizanibe ku parastin û xwedîderketina li gelên Rojava, li ser milê çil milyon gelê Kurd erkeke herî mezin e. “
 


KCD-E pîroz kir
Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk li Ewropayê (KCD-E) îlana Rêveberiya Kantona Cizîrê silav kir û got, “Şoreşa Rojava şoreşa çar parçeyên Kurdistanê ye. Di heman demê de pêşeroja Sûriyeya Demokratîk, Rojhilata Navîn a Demokratîk e.” KCD-E got “Rojava pêşeroja me ye, em li pêşeroja xwe xwedî derkevin”. Di dewama daxuyaniya KCD-E de wiha hat gotin, “Şoreşa Rojava şoreşa çar parçeyên Kurdistnê ye. Şoreşa Rojava bingeha şoreşa Sûirye û demokratîkbûyîna Sûriyeyê ye. Lewma cihgirtina li cem gelê Rojava cihgirtina li cem Sûriyeya demokratîk a bi jiyana azad û demokratîk a hemû cihêrengiyan e. Di serî de gelê me yê li Ewropayê em bang li tevahiya Kurdistaniyên li her çar parçeyan, gelên herêmê, hêzên aştiyane, demokratîk, pêşverû, azadîparêz, wekhev û şoreşger dikin.”

KJB:Li hemû gelan pîroz be

Koma Jinên Bilind (KJB) bi daxuyaniyeke nivîskî îlana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Kantona Cizîrê ya Rojava pîroz kir. KJB’ê îlana Kantona Cizîrê ya Xweseriya Demokratîk, ku wê Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê derbasî qonaxeke nû bike pîroz kir û got, “Di serî de jin em hemû gelê xwe û gelên berxwedêr ên li dijî hemû êrîşan bi bîr, bawerî û berxwedaneke mezin xizmetî Şoreşa Rojava kirin, silav dikin. Girîng e ku ji niha û pê ve jî jin bi hejmarek û wesfeke zêde beşdar bibin.”

PAJK: Bû bersiva Cenevre-2

PAJK’ê der barê îlana Rêveberiya Xweser a Kantona Cezîrê ya Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Koordînasyona PAJK’ê îlankirina rêveberiya xweseriya demokratîk a Kantona Cezîrê wekî gaveke dîrokî  bi nav kir û destnîşan kir ku bi îlana rêveberiya hevpar a gelan bersiv Cenevre 2 ya vîna Kurdan qebûl nakin re hatiye dayîn. PAJK’ê di peyama xwe de wiha got: “21’ê Çileya 2014’an êdî di dîroka azadiyê ya gelê Kurd de bicih bûye.Em hêvîdarin û li bendê ne ku di dema herî kurt de wê herêmên din jî vê gavê biavêjin.”

KCD: Têkoşîn gihişte asteke girîng

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) îlankirina xweseriya demokratîk ya li Kantona Cizirê pêk hat slav kir.  KCD’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de da zanîn ku gelê Kurd yê Rojava ku di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de nebû alîgir û têkoşîneke jiyana azad û demokratîk da, hatiye nokteyeke ku dikare xwe bi xwe rêve bibe.  KCD’Ê wiha berdewam kir: “Kantona Cizîrê ku yekem qada xweser a Şoreşa Rojava ye, ji nirx û qezencên netewî yê gelê Kurd re pêşengî kiriye û nirxên mezin lê zêde kiriye.”

Pîrozbahiyek ji Heyet El-Tensîq

Desteya Niştimanî ya Hêzên Veguhertina Demokratîk (Heyet El-Tensîq) bi daxuyaniyekê rêveberiya xweseriya demokratîk a Kantona Cezîrê li hemû pêkhateyên Rojava pîroz kir. Di daxuyaniya nivîskî ku ji aliyê Buroya Ragihandina Heyet El-Tensîq hatiye weşandin de, rêveberiya xweseriya demokratîk a Kantona Cezîrê li hemû gelê Sûriyê û pêkhateyên Cezîrê ji Kurd, Ereb, Suryanî û hemû netew û olên din ên kantonê hate pîrozkirin.


PÇDK: Gel xwe bi rêve dibe

Hevserokên Partiya Çareserî û Demokratiya Kurdistanê (PÇDK) û Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokaratîk a Kantona Cezîrê pîroz kirin. Hevserokên PÇDK’ê Necîba Umer û Diyar Xerîb bi daxuyaniyeke hevbeş rêveberiya xweseriya demokartîk a kantona Cezîrê li hemû gelê Rojava pîroz kirin û diyar kirin ku avakirina rêveberiyên xweseriya demokratîk dê roleke erênî di çareseriya pirsgirêkên li Sûriyê û Rojhilata Navî de jî bilîze. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku rêveberiya li Rojava nûnertiya hemû pêkhateyan dikin û dê bibe amûra jiyana hevbeş. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku pêkhateyên Rojava dikarin bi îmkanên xwe yê xweser îradeya xwe rastîn bi rêvebibin.  

BDP’ê silav kir

Hevserokên Giştî yên BDP’ê Gûlten Kişanak û Selahattîn Demirtaş, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku îro li Kantona Cizîrê a Rojavayê Kurdistanê hat îlan kirin silav kirin. Hevserokên Giştî yên BDP’ê ku daxuyaniyekî nivîskî dan wiha gotin; “Li Rojava ku îro Meclisa Zagonsaziya Kantona Cizîrê pêk anî, em bawer dikîn wê di saziya giştî de di dehatoya demokratîk û azad a Gelê Sûriyê de tevlîbûnekî zêde çêbike.  Li ser navê hemû raya giştiya demokratîk û gelên bindest, hemû kesên ku tekoşînê dimeşînin vedixwînin ji bo piştgiriya Rojava û hêzdayina wê.”

HDP’ê Xweseriya Cizîrê silav kir

Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sebahat Tûncel û Ertûgrûl Kurkçu bi daxuniyeke nivîskî, îlankirina Rêberiya Xweseriya Demokratîk ya Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê silav kirin. Di daxuyaniya HDP’ê de tê diyarkirin ku îlankirina Rêberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê di heman demê de ji bo civîna Cenevre 2 ya ku beşdarbûna Kurdan hat astengkirin derseke û wiha hat gotin:” Li Rojavayê Kurdistanê îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, em li ser navê hemû gelên ku li dijî rejîmên zordar û înkar têkoşîna aştiyê û demokrasiyê didin meşandin bi kelecan pêşwazî dikin. Ev gav di heman demê de çandên cûda, ziman, bawerî û nasnameyên din jî di nav de cihê xwe digre, wê rê nîşanî avakirina rejîmekî nû li Sûriyê jî bike.”  

Zehmetkêşan Xweserî silav kir


Endamê Desteya Serokatiya Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê Behman Hûsên diyar kir ku ew wekî partî piştgiriyê didin Xweseriya Demokratîk ya Herêma Cizîrê. Hûsên  got: “Avakirin û ragihandina rêveberiya xweser, tiştekî cihê keyfxweşiyê ye. Ji bo ev ji tevayî Sûriyê re bibe ezmûnek. Tişta duh li herêma Cezîre hatî ragihandin, xweşiya wê di wê yekê de ye ji bilî Kurdan, di nava wezîran de aşûrî, sûryanî û ereb jî hene. Ev pêngavekî baş e û em hêvîdarin berdewam bike. . Em piştgiriya wê rêveberiyê û armancên wê yên pîroz dikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN