Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê, der barê operasyonên YPG/YPJ'ê yên li kantonên Cizîr û Kobanê yên bi armanca ji holê rakirina gefa çeteyên DAIŞ'ê û paqijkirina derdorê tê meşandin de, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Navendê diyar kir ku xebatên lêgerînê yên li gundên Mişêrfa û Aşra yên li rojavayê Hesekê ku pêr ji çeteyan hatibû paqijkirin bi encam bûye û got, "Hêzên me di van gundan de tevî 7 termên çeteyan dest danîn li ser doçkeke 23,5 mm, 7 kleş, 2 BKC, 1 roketavêja B7 û 13 guleyên, dîsa gelek cebilxaneyên van çekan û hejmarek zêde amûrên leşkerî. Hêzên me li vir 4 maşîneyên çeteyan ku yek ji van doçka 23,5 mm yek jî doçka 14,5 mm bar kirî bû rûxandin."


Li Hesekê gund hatin rizgar kirin

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku pêr berêvarê bi armanca azadkirina gundên Xanat û Emero yên 9 km li rojavaye Hesekê ne, operasyonek hatiye lidarxistin û di encamê de her du gund ji çeteyan hatine paqijkirin. Li gorî daxuyaniyê di pevçûnên li van gundan de hejmareke zêde çete hatine kuştin û tevî termên 3 çeteyan 2 kleş, 1 BKC, 1 roketavêja B7 û hejmarek zêde cebilxane hatine desteserkirin. Navendê da xuyakirin ku komên çete nîvê şevê êrîşî gundê Emero kirine û di encama pevçûna heta saet 02'an, çeteyan windahiyeke giran dane.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da zanîn ku pêr bi şev li herêma Alya jî li hember qadên di bin dagirkeriya çeteyan de bû operasyonek pêk hatiye û di encamê de gundê Lîfaf û 4 gundikên bi navê Ehmedê Kino, Mala Ehmet Xelef, Mala Ebû Xelef û Mala Naîf Xelîl ji çeteyan hatine paqijkirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê operasyone de heta niha nehatiye zelalkirin. Navend diyar kir ku hêzên YPG/YPJ'ê li heman herême êrîşî komên çete yên li gundê Şêx Recûm xwe bi cih kiribûn kirin û di encama vê çalakiyê de maşîneke çeteyan tevî çeteyên tê de hatiye rûxandin.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku doh saetê sibehê li heman herême bi armanca rizgarkirina gundê Hîlalê operasyonek hatiye lidarxistin û piştî pevçûnên dijwar gund ji çeteyan hatiye paqijkirin. Li gorî daxuyaniyê li gundê Hewşa Nasir ê li heman qadê ye pevçûnên dijwar diqewimin û li vir jî tankeke çeteyan tevî çeteyên tê de hatiye rûxandin. Pevçûnên li vê herêmê dewam dikin.


Li Kobanê 15 çete hatin kuştin

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê der barê roja 239. a berxwedana Kobanê de jî agahî da û diyar kir ku hêzên YPG/YPJ'ê pêr bi şev tevî şervanên Suwar El Reqqa li rojhilatê Kobanê operasyonek hevbeş meşandine û ev operasyona ji bo rizgarkirina gundê Kartêl û derdora wê bi serketî bi encam bûye. Di encama vê operasyonê de gundê Kartêl û girê stratejîk a Kartêl ji çeteyan hatiye paqijkirin.  Li gorî daxuyaniyê, di vê operasyonê de 15 endamên çete hatin kuştin, 9 cenazeyên wan ketin destê hêzên YPG/YPJ'ê. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di vê operasyonê de rêhevalekî me ku bi lehengî şer dikir gihîşt şehadetê." 


 NAVENDA NÛÇEYAN