Heyetê xebat bi baldarî şopandin û diyar kir ku divê hilberîna penîrê qeşar û gravyer bi baldarî bidome. Serokê Weqfa Slow Food Biodiversity Pîero Sardo, diyar kir ku ji bo penîr Qers çavkaniya bingehîn e û wiha got: "Ji bo kesê hej ji penîr dike ev der bihuşt e. Ev erdnîgarî ji bo hilberînê mekanekî gelekî girîng e."

Sardo, hevdîtin kir bi kesên hilberîna şîr dikin û got, di nava demê de hilberînên şîr li bajêr kêm bûye. Sardo, da zanîn ku li herêma Qersê ya ji çandînî û sewalkariyê re guncaw e ji ber polîtîkayên şaş baş nayê bikaranîn û wiha peyivî: "madeyên xam ên hilberîna penîr kêm bûn ji ber polîtîkayên şaş ên li qada çandînî û sewalkariyê. Divê piştgiriyê bidin hemû hilberînerên organîk û xwezayî dikin. Erdnîgariyekî wisa dewlemend bê piştgirî hiştin şaşîtiyeke mezin e." Sardo got, divê hilberîna penîrê qeşar û grevyer di statuya teybet de bê girtin û wiha pê de çû: "penirê qeşar û gravyer hem di aliyê taybet de û hem jî di aliyê makulatan de hilberînekî gelekî dewlemend e."
Serokê Lijneya Rêveber a Komeleya Dostên Bidbexê Ahmet Or jî diyar kir ku hilberîna penîrê qeşar û gravyer ê Qersê li gelek deverên welat pêk tên. Ors, da zanîn ku ji bo hilberîneke bi qelîte pêk bê divê li herêmê polîtîkayên çandînî û sewalkariyê rast bên meşandin û divê piştgiriya hilberîneran bê kirin.
Hevserokê Komeleya Jiyan û Hawirdorê yê Bogatepe Îlhan Koçulu jî diyar kir ku çavdêriyên heyetê ji bo danusandina hilberînên herêmî û kevnar gelekî girîng in.

DIHA/QERS