Pentagonê ragihand ku nayê qebulkirin êrîş li dijî Bakurê Suriyeyê çêbe.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya DYE’yê Sean Robertson li hemberî gefên Serokkomarê Tirk Erdogan yên ku gefa êrişkirina Bakur û Rojhilatê Suriyê kir, daxuyaniyek da. Robertson got, “Her êrişeke eskerî kî dike bila bike û yekalî be, were ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, bi taybetî herêmên ku eskerên Emerîka lê hene yan jî li devereke nêzî eskerên me, dibe cihê fikaran û gavên bi vî awayî nayên qebûlkirin.”

Dîktatorê Tirk Erdogan pêr di Civîna Pîşesaziya Eskerî de gef xwaribûn li Bakurê Sûriyê.

 

WASHINGTON