Xerabreşk di sala 2011’an de ji aliyê UNESCO ve di lîsteya demborî ya mîrateyên dîrokî yên cîhanê de hate bicîh kirin.
Yekemîn wargeha kevirên çandî ye û 10-12 kevir mîna tîpa T hatine çikandin û navbera wan hatiye lêkirin. Di navandê de jî du kevirên mezin li pêşberî hev hatine çikandin. Li ser keviran motîf û sembolên lawir û mirovan jî di nav de gelek hatine xêzkirin. Ev figur û sembol jî mîna vegotina çîrokekê an dayina peyamekê tên nirxandin. Dîrokzan û arkeolog gihiştin vê encamê ku ev herêm ji dema destpêka neolîtîkê ve hatiye avakirin û dîroka wê digiheje Beriya Zayinê 9600’î. Li herêmê 20 perestgeh hene û heta niha 6 ji wan ji aliyê arkeologan ve derketine ser rûyê erdê. Di vekolana herêmê de zanîngeha Stenbolê, zanîngeha Chicago û zanîngeha Heidelbergê cih girtine. Dîsa di kolanan de bermahiyên genimê berî, behvîv û fistiq a bin erdê ne. Dîse hestûyê gelek cureyên heywanan jî li hatine dîtin. Her wiha amûrên ku li wir hatine dîtin jî bi pirani ji kevirên çeqmeqê pêk tên.
RIHA