Berdevka ji bo têkilliyên navneteweyî ya koma Die Linke (Partiya Çep), Sevîm Dagdelen li meclîsa Elman xwest alîkariyên madî yên Yekîtiya Ewrûpayê yên didin Tirkiyeyê, tavilê bên qutkirin. Dagdelen li meclîsê wiha peyivî: “Dewamkirina dana pereyên alîkariyê yên YE´yê ji bo hikûmeta Tirk divê tavilê bêtin rawestandin. Yê ku dixwaze bi rastî alîkariya koçberan bike, li şûna ku mirov bi milyonan euroyên welatiyan li hesabê kesên sedema koçberbûnê yên weke Erdogan razîne, divê rêxistinên alîkariya koçberan ên li cihê cih yekser destek bike.”
Dagdelen îşaret bi nûçeyên li ser 222 milyon euroyên yekser dayî Enqerê dike û dibêje: “Erdogan bi gewdebûna sedema koçberbûnê ya li herêmê ye. Wî kir ku Tirkiyeyê veguhere platformeke çalakiyan ji bo komên terorê yên dînî. Hikûmeta Tirk bi şerê xwe yê li dijî Kurdan jî bêhtirî 500 hezar mirovî ji mal û xaniyên wan kirin der.”
Dagdelen Erdogan weke despotê li Enqerê bi nav kir û xwest Elmanya û YE tavilê alîlkariya bi vî despotî re rawestînin û gotinên xwe wisa bi dawî kir: “Kesekî ku zilmê li mirovên cihê difikirin, dike û bi siyaseta xwe her diçe bêhtir mirovan neçarî koçberiyê dike, nabe ku bi ser de jî bi alîkariyên malî yên ji YE´yê bête xelatkirin.“
BERLÎN