Xwendekarê Tibê li Zanîngeha Ludwig-Maximilian a Munîxê ku niha saleke pratîkê li bajarê Elmanya Giessenê dike, Ferhat Turgut, dixwaze bibe bijîşkekî pispor ê çavan; vî xwendekarê tibê yê bi eslê xwe ji bajarê Bakurê Kurdistanê Midyadê tevî birayê xwe Kanî Turgut niha dermanên ku weke temamkerên xwarinê tên binavkirin, bi pêş xist ku bi navê "PerformGut" di forma heban de tên firotin. Di vê hebê de wî û birayê wî Kanî, bizrên fêkiyê tropîk guaran ji Başûrê Emerîkayê, koka direxte ginseng a ji Koreyê, direxta gînkgo ya ji başûrrojhilatê Asyeyê anîne cem hev ku hem demeke dirêj hiyar dikin, hem jî hêza bîra mirovî xurt dikin. Kulîlk û giyayê rodyola ya ku wîkîngiya timî bi xwe re dibir seyahetên xwe yên deryayî jî stresê kêm dike. Helbet dermanê tûj ê reş jî kêm nîne ji vî dermanî. Ji bilî vê kafeîn û vîtamîn be jî di nava hebê de hene. Ferhat Turgut bi her halî hişyar dike ku derman tenê di dema stresê de bê bikaranîn; li gorî wî derman dema beriya bi dema stresê bi hefteyekê bi standin, wê di dema stresê de jî tesîra xwe tam bike. Ew dibêje, dermanê wî ne ji bo mûcîzeyên dema îmtîhanan e, lê dikare bibe alîkar ku mirov mûcîzeyan pêk bînin. Ferhat û birayê wî Kanî yê diçe lîseyê bi hev re şirketa PerformGut bi rê ve dibin.   GIESSEN