Derhênerê şanoyê Mehmet Mûsaoglu: Me xwest lîstika Pergalê bi zimanekî hêsan amade bikin da ku civaka Kurd baş jê fêm bike û me xwest bi vî zimanê hêsan xelk ji peyamên lîstikê fêm bike.

Lîstika şanoyê ya “Pergal” ku pergalên îroyî yên li dijî civakan li cîhanê rexne dike, li Amedê hat nîşandan.

Lîstika “Pergal (Sîstem)” a ku Mehmet Mûsaoglû derhêneriya wê kiriye û Tuncay Ozel û Erhan Mîr wek lîstikvan tê de dilîzin a Şa Performansê, li Şanoya Bajêr a Amedê derket ser dikê. Gelek dildarên şanoyê li lîstikê temaşe kir. Lîstika ku bi qasî saetekê dewam dike, komediye û temaşekeran jî têra xwe dikenîne.

Ev lîstika “Pergal” bi zimanekî herikbar, bi peyamên zelal ku xelk ji wan fêm bike, hatiye hûnandin.

Pergal pergalê rexne dike  

Lîstik ji nivîsa nivîskarê Emerîkî Sam Bobrick hatiye wergirtin û wergerandinî Kurdî. Ew ji destpêkê heta dawiyê pergala li dewletbûnê ya Emerîkayê û dewletên din rexne dike. Pergala îro li cîhanê li dijî civakan tê birêvebirin di nava lîstikê de bi berfirehî qala wê tê kirin û bi tundî tê rexnekirin.

Ziman di vê yê milet be

Derhênerê lîstikê Mehmet Mûsaoglû got, lîstik di serî de pergala Emerîkayê û pergalên din ên dewletan rexne dike û wan xwestiye bi vê lîstikê balê bibin ser pergalên îroyî yên herêmê û cîhanê. Mûsaoglû tîne ziman ku wan xwestiye lîstikê bi zimanekî hêsan amade bikin da ku civaka Kurd baş jê fêm bike û wî xwestiye bi vî zimanê hêsan xelk ji peyamên lîstikê fêm bike. Mûsaoglû wekî din dibêje, çi dibe bila bibe, divê ziman û naveroka lîstikan li gorî gel jê fêm bike, werin amadekirin. Mûsaoglû bi bîr dixe ku niha ew ê turneya xwe ya bajarên Kurdistanê bikin û piştî ku ev turne qediya, ew ê lîstikê li Îzmîr û Enqerê jî nîşan bidin.

Lîstik doh li Êlihê hat nîşan dan û îro careke din li Êlihê derdikeve ser dikê.

 

 MA/AMED