Kijan netew û ciwak xwe ji mirovatî û xwezayê dûrxist wê demê alozî derket. Aborî û debara mirov girêdayê xwezayê ye. Heke mirov bixwaze ji xwezayê sûd bigre, divê li hemberê qirkirina xwezayê be. Niha kapîtalîzma modernîteyê mirov û xwezayê gor berjewendiyên xwe digre dest. Endama Komisyona Rêvebiriyên Heremî û ekolojiyê ya KCD'ê Şehbal Şenyûrt nirxandinên girîng kirin.


Nirxa însan tine dike

Şenyûrt diyar kir ku di pergala kapîtalîzmê de ked nirxa xwe winda kiriye û wiha got: "Pergal bi awayeki ciwakî û derûnî propagandaya wek "Mirov bi xizmet girtinê xwe bilind dike û digîhîjîne asteki" tîne ziman. Heke em jiyanek komûnal avabikin an jî potansiyel û hêza mirov derxin holê divê bi têkiliyên komûnal ev jiyanê pêk bînin. Dixwazim mînakek bidim, heke em avahiya bînayek çêkin; yek jê hosteyê kevir, yê din binesaziya avahiyê, yê din di dekorasyona hûndir de zanebûna wî heye. Divê ev qadên cûda cûda bînin cem hev û tarzekî komûnal an jî îmeceyî bi rê ve bibin. Pergala kapîtalist li hemberê komûnaliteyê, awahiyên amade dide pêşiya te. Tiştên ku keda mirov tê de tûne be, nirxa wî tûne ye.

Paradigma ekolojiyê gengaz e

Şehbal Şenyûrt anî ziman ku polîtîqayên ekonomiyê û polîtîqayên ekolojiyê hevpar, pir girîng û pir watedar in û wiha axivî: "Paradigma me ya ekolojiyê bi xweza û bi tevî mirovan re bi hev re tevgerî esas digre. Heta niha polîtîqayên pergalê mixabin li ser tûnekirin û talankirina xwezayê ye. Armanca kapîtalîzmê ya sereke sermaye û kara wî ye. Ekonomî li ser pedîviya mirovan ava bibe, wê demê bi wate dibe. Birêz Abdullah Ocalan gava ku di çarçoveya moderniteya kapîtalîzmê de ev tişt digre dest wek ekonomîzmê bi nav dike. Ji mantiqa ekonomiya kapîtalîzma modernîteyê dûrketin bi femkirina paradigmaya ekolojiyê mimkûn e. Kapîtalîzm pêdiviyên sûnî dide pêşiya mirov. Divê em pêvistiyên ji bo jiyanek azad, aram û şad tespît bikin."

Kapîtalîzm kedê bê qîymet dike

Şenyûrt diyar kir ku kapîtalîzm ji ber ku her tim mirov dike bin bandora çanda mezaxtinê, xweza di çarçoveya vê dagirkeriyê de dihele û wiha pêde çû: "Em ferasata ku dibêjin "her tişt di xizmeta mirov de ye" red dikin. Divê ekonomiya mezaxtinê bê pirsiyar kirin.. Mirov pirsa ekonomiya mizextinê çiye bipirse, bi rastî bersiva ekonomiya hilberîn jî derdikeve holê. Ji aliyê din modernatiya kapîtalîzmê keda mirov nahesibîne. Keda mirov bê qiymet nîşan dide. Bi windakirina mafê keda mirov civaka hilberîn ji holê rakirin. Bi taybetî di navbera 50-100 sal de yê ku xizmet dibîne tê mezin kirin. Êdî di rewşa sosyo-psîkolojîk de yê xizmet didin na, yê ku xizmet digrin rûmetê dibînin. Mînak di taxekî de heke 3 firin bes be, firina 4'an venabe. Dewsa wî de divê karekî din bê avakirin. Di organîzasyona ciwakê de xwezaparastin û jiyana mirov esas girtin di cihanê de gengaz e."

Rêveberiyên navendî

Şenyûrt ji bo pêşketina ekolojiyê balkişand ser avakirina rêxistin û modelên nû û wiha bilêvkir: "Niha pergala kapîtalîst peşniyarên wek saziyên odeyên esnafan, odeya bazirganî û sanayiyan dide pêşiya me. Wek modela ekonomî û rêxistinê dide nîşandan. Ev saziyên bi rêxistin ji nû ve kapîtalîzme dike nav jiyanê û birêxistin dike. Cihên piçûk ji navendên bajarên cûda yê çawa xwe bi rê ve bibe. Em vê rewşê nîqaş dikin. Di ekolojiyê de rêmanekî wiha heye: "Piçûk xweşike" ev peyv di ekolojiyê de tiştekî girîng nîşan dide. Cihên pîçûk gor pêwistiyên xwe bi serê xwe ji ser meclîsan dikarin xwe birêvebibin. Rêveberiyên navendî pêwistiyên herêmên piçûk nikare çareser bike. Gava em xwezayê didin ber çav, xweza bi daristanên xwe, bi fêkiyên xwe an jî bi zeviyên xwe bimîne xweş e. Divê mirov zerar nede xwezayê."

Dewlemendiyek çawa?

Şenyûrt wiha dawî li axaftinên xwe anî; Dewlemendî çî ye, em ji dewlemendiyê çi fêm dikin? Ev pirs divê bê pirsîn. Pêdiviyên civakê yên herî xwezayî û bi bingehîn bi xwezayê re tekîliyek azad bê jiyandin ev ji bo mirov û civakê dewlemendiyek herî mezin e. Di jiyanê de xwecîhkirin, debara xwe kirin, tendûristî û wek pirsgirêkên gihanî de heke mirov bê esas girtin divê çareserbûyîn jî dê ewqas hêsan bidome. Mijara xizanî û dewlemendî, gor perspektîfa ekolojiyê bê destgirtin wê demê encam girtin yê xûrttir be."

 DIHA/AMED