
‘Pêwistî bi pergala alternatîf heye’
Amed, got ku divê tenê çalakiyek an jî kampanyayek têr neyê dîtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pêwistî bi hinek amadekariyan heye. Pêşxistina pergaleke alternatîf a ji pergala heyî re. Ger ku tu boykot bikî, ya heyî red bikî, lê li beranberê wê alternatîfeke te nebe tuyê bikeve valahiyeke pir mezin. Pêwîstî bi pêşxistina pergaleke taybet a ku em dibêjin di çarçoveya konfedaralîzma demokratîk yan jî xweseriya demokratîk de, li gorî taybetmendiyên herêmê perwerdê ya bi vî rengî heye. Li Bakur ev demeke dirêj e ji aliyê TZP’ê ve amadekariyên materyalên perwerdê tên kirin. Bê guman wekî KZP’ê ya KCK’ê jî di vê mijarê de alîkarî yan jî tiştê bikeve ser milê me, em di hemû aliyan de amade ne ku wan alîkariyan pêşkeş bikin.”
ANF/BEHDÎNAN
Li îradeya xwe xwedî derkevin
Endama Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Ayten Amed,
bal kişande ser sondxwarina faşîst jî û li ser van xalan rawestiya: “Her sibe tu zarokên neteweyekê yan jî yên kêmneteweyan dikî qurbanê netweyeke din. Ya rast di wateyeke din de mirov dikare bibêje ev hinekê jî Siyonîzma ku ji aliyê Cihuyan ve tê pêşxistîn ku îro Îsraîl pêşengiya vê dike. Tu yê hemû neteweyên din bikî qurbanê neteweya Tirk. Ger têkoşîna Tevgera Azadiyê nebûna ne mimkûn bû ku îro zarokên Kurd li îradeya xwe xwedî derkevin, li zimanê xwe û çanda xwe xwedî derkevin.”
Amed, Bang li dayik, bav û hemû malbata kir ku êdî dev ji vê hişmendiya ku zarokên xwe ber bi xizmetkirina pergalê ve dibin berdin, demeke zûtir bi awayekî lezgîn karibin ji vê hişmendiyê xwe rizgar bikin wiha bi dawî kir: “Bi awayekî pir bi hêz xwedî li pêngava ku ji aliyê TZP’ê û di heman demê de ji aliyê BDP’e ve hatiye destpêkirin ve xwedî derkevin, helwestên xwe li beranberê biryargehên bişaftinê bihêz diyar bikin. Di pêşxistina pergala perwerdeya alternatîf de roleke pêşeng bilîzin.”