Pergala jinkuj
Şaxê Amedê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li ser şideta li jinê ya navbera 25’ê mijdara 2017 û 23’ê Mijdara 2018’an a li Bakurê Kurdistanê eşkere kir. Bi vê armancê li avahiya komeleyê civîneke çapemeniyê hate lidarxistin.
Rêvebera Şaxê ÎHD’ê ya Amedê û endama Komîsyona Jinê parêzer Deryan Yildirim daxuyanî da. Sekretera Giştî ya Şaxê ÎHD’ê û endama Komîsyona Jinê Yuksel Aslan Acer jî daneyên di raporê de ragihand. Di daxuyaniyê de hate gotin, gelek cureyên tundiyê; tundiya zayendî, çandî, psîkolojîk û fîzîkî li jinê hatiye kirin û polîtîkayên dewletê li şûna ku pêşî li tundiyê bigirin, hîn bêhtir rê li ber tundiyê vekirine.
53 jin hatine kuştin
Li gorî raporê, di navbera 25’ê Mijdara 2017 û 23’ê Mijdara 2018’an de li Bakurê Kurdistanê 53 jin ji ber tundiya li nava malbatê û li qadên cuda yên civakê hatine kuştin. Her wiha di nava 6 salên dawî de 374 jin hatine kuştin, 220 jin hatine birîndarkirin û destdirêjî li 50 jinan hatiye kirin. Di raporê de hate destnîşankirin ku zêdebûna binpêkirina mafên jinan li Tirkiyeyê nîşan dide ku sîstema heyî ya hiqûqî nikare jinan biparêze.n ANF/AMED