Îro bingeha desthilatiya AKP’ê ev pergal pêk tîne. Ramangerê pergala wan Seîdê Kurdî ye. Wî giranî da ser du qadan; perwerdehî û aborî. Dûvajoyên wî di van waran de xwe bi rêxistin kirin, kadro gihandin û di encamê de wan hefsarê dewletê xiste destê xwe. Di dema avakirina vê pergalê de wan civatên olî xebateke tax bi tax, heta mal bi mal meşandiye û hê jî dimeşînin.
Ji ber vê yekê jî ji her kesî baştir ew dizanin ka tevgera azadiya gelê kurd dixwaze çi bike. Lewre jî avakirina vê pergalê ji xwe re wekî tiştekî pir xeternak dibînin û ji bo ku rê li ber avakirina wê pergalê bikin, çi ji wan tê dikin. Ew dibêjin qey tevgera kurd jî wekî wan dixwaze xwe bi vê riyê bigihîne desthilatiyê û dewletê bi dest bixe.
Lê di navbera pergala xweseriya demokratîk û pergala civatên olî de cudatiyên berbiçav hene. Serê pêşîn tevgera azadiya gelê kurd naxwaze dewletê bi dest bixe, dixwaze bandora dewletê ya li ser jiyana civakê kêm bike. Pergala civatên oldar hewl dide ku bibe xwedî û şîrîkê dewletê, derfetên dewletê bi dest bixe û wan bixe xizmeta xwe. Lê armanca pergala xweseriya demokratîk ew e ku derfetan ê pêk bîne da ku civak karibe çarenûsa xwe bi destên xwe binivîse, kêşe û arîşeyên xwe bi destên xwe çareser bike.
Komikên oldar encamên pergala xweseriya demokratîk li kuçe û kolanên bajarên Kurdistanê bi çavên serê xwe dibînin, lewre jî gelekî ji encamên vê pergalê gelekî zivêr bûne û dixwazin vê pergalê bi darê zorê ji holê rakin. Ji ber pergala xweseriya demokratîk ew komik digel hemû hewldanên xwe jî nikarin li kuçe û kolanên bajarên Kurdistanê serkeftinê bi dest bixin.
Niha hevalbend û aqilmendên AKP’ê ji ber vê yekê pergala xweseriya demokratîk wekî pergaleke nehênî û tundîparêz nîşan didin ango terorîze û krîmînalîze dikin. Li ser vê propagandayê siyasetmedarên kurd digirin û diavêjin girtîgehê.
Lê divê em bi awayekî aşkera diyar bikin ku hinek çewtî û kêmasiyên me jî rê li ber kirinên dagirkeran dikin Me pirî caran bi destên xwe ew pergal îlegalîze kir. Hin caran me karekî biçûk hingî mezin kir ku dewlet jê tirsiya. Pirî caran propaganda li pêşiya kar bû asteng. Berî ku karek were kirin bi propagandayeke nepixandî me rê li ber wî karî girt.
Di vî warî de mixabin derdorên olî ji me jêhatîtir in, ew gelek karan dikin kes pê nahese, yê me hîn kar wekî proje jî nehatiye pêşkêşkirin, wekî ku pêk hatibe propagandaya wê tê kirin. Ji xebatê zêdetir me giranî da propagandayê.
Di warê parastinê de jî me rêbazeke şaş bi kar anî. Parastina vê pergalê divê ji hêla gel ve were kirin. Heke bi milyonan mirov di avakariya vê pergalê de cih bigire, tu hêz nikare rê li ber avabûna wê bigire. Lê heke avakirin bi destê çend kadroyan pêk were, parastina wê ne gengaz e.
Wekî din jî, pergal divê ji jêr ber bi jor ve be, lê me hewl da ku em ji jor de pergaleke demokratîk ava bikin, tiştekî wisa ne pêkan e. Ji bilî wê jî pergal divê hemû bîr û ramanên di nava civakê de di nav xwe de bihewîne. Meclisa taxekê divê temsîliya hemû kesên li wê taxê, (bêyî ku bîr û baweriya wan li ber çavan bigire) di nav xwe de bihewîne.
Her wiha ji mêj ve tê gotin ku ev pergal ne tenê ji bo kurdan û ji bo Kurdistanê ye, divê li seranserî Tirkiyeyê ev pergala were avakirin. Di vî warî de Tevgera Kongreyê dikare pêşengiyê bike. Her wekî Rêberê Gelê Kurd jî gotibû, “Ji niha pê ve divê têkoşîn di navbera kesên xweserîxwaz û navendîparêz de be.” Bi vî awayî em dikarin berhingariya êrîşên dagirkeran û hevalbendên wan û rê li ber aştî û demokrasiyê vekin.