Di qîr û teşqeleyên dawî yên li Tirkiyê û operasyonên dibin navê “karên ne li rê” de hatin kirin de, mîrateya siyasî heye. Hemberî ku burokart, malbatên wezîran, bankêr jî di nav de, komek mirov hatin girtin jî, şerê desthilatdairiyê ye.
Her du baskên ku bi zihniyeta “îttîhadiya kesk” li dijî kurdan qirkirinan dikin; di komkujiya Geverê de dengê xwe dernerxistin.
Hêzên ku di arêna siyasî de ji bo parvekirina “mîrateya siyasî” şer dikin, di biryara berdewam kirina “dîlgirtina parlamenterên kurd” de dengê xwe dernexistin.
Eniyên koalisyona hêzên bi utopya emperyal dijîn, dema ku Birêz Abdullah Ocalan bal kişande ser “dewleta paralêl” dengê xwe dernexistin.
Her du baskên koalisyonê, di parvekirina dewleta tirk de, ji perspektîfên utopîst bêhtir, bi pratîze kirina kiryarên derî exlakî kar dikin. Wilo xuya dike ku di şerê îro de, ev pratîk wê derbikevin holê.
Her çiqasî, li hemberî hev, ji “îdeala teorîk” derbasî pratîka siyasî bûne jî, kurd bi awayekî “bêhna fereh” û di “xeta sêyemîn” de nêzîkî qîr û teşqeleyên her du aliyan dibin.
Serokwezîrê Tirk îdda dike ku destên derve jî, di vê operasyonê de hene. Gelo kengî destên derve di kiryarên antî demokrtaîk, qirkirinên Tirkiyê de nînin? Dema ku bi erêniya Tayip Erdogan operasyonên li derî sinor dihatin kirin, bi agahiyên balafirên bê pîlot komkujiyên li Roboskê pêk dihatin; bi çekên kimyewî komkujiya Geliyê Tiyarê, Xerzanê pêk dihatin; çeteyên paramilîter bi desteka dewleta Tirk, li Rojava gelê kurd qirdikirin, destên hêzên derve nebûn?
Kî kê dixapîne gelo?
Piştî ku pêvajoya çareseriya demokratîk, hate destpêkirin, Erdogan û şûreka wî, dest bi oportunîzma demokratîk kirin. Teşkîlata Gulen jî, hêza potansiyal li dijî gelê kurd bikar anî; li taxan, li malên taybet, li dersxaneyan, ciwanên kurd dikirin davik û kemînan.
Dema, peyama dîrokî ya Ocalan di Newroza Amedê de hate xwendin; Ocalan bi dilsoziyek şoreşgerî û wek lîderekî berpirsiyar got: Divê her kes xwe parçeyekî ji pêvajoya çareseriya demokratîk bîbine. Divê her kes xwe parçeyekî ji giştî, Anatolya, Mezopotamya demokratîk bibîne.”
Lê tayfeyê Erdogan jî, mirîdên Teşkîlata Gulen jî, xwe ji tara bêjingê rizgar nekirin, xwe ji bexîlî û dexûsiya “emperyalîzma partî û teşkîlatê” azad nekirin.
Di nava deh salên kaolisyona her du aliyan de jî, Tirkiye weke dewleteke, (ne welat) bawerî, nasname û kulturên cûda nedîtin. Rastiya diyalektîka Tirkiyê, di îdeolojiya Îttîhadiya kesk de dîtin. Bi vê îdeolojiyê jî, biqasî CHPe spî, li dijî gelê kurd operasyonên qirkirinên pirr-alî dane dest pê kirin.
Îro, berê Tirkiyê li qonaxeke din e. Bi van operasyonan wê reş û spî jî ji hev zelal bibe. Ev zelal bûn ji aliyê kurdan ve zelal e. Me li jor got, kurd, mîna li Rojava, wê li Bakur û tevahiya Tirkiyê jî riya sêyemîn bibijêrin. Ev yek.
Tirkiye ketiye destên goþîstên zarok. Ev du.
Operasyona ku Tirkiyê kire nava erdhejeke giştî, di “şeva dawetê”, “şeb-î arûz” de pêk hat. Teşkîlata Gulen, Mewlana û baweriya Mewlana ya nêzîkî Zerdesht erê nake. Ji ber ku dilsoziya Mewlana giştî ye û her nasnamê, her baweriyê erê dike. Lê Teşkîlata Gulen, tenê îttîhadiya kesk erê dike û kesên di dergehê vê baweriyê re ketin hundir, di cendereya dewþirmetiyê re derbas dibin. Zihniyeta demokrakîk red dikin, lê hewngîriya “teşkîlata tirkîtiya kesk” erê dikin. Di herka sîstema kapîtalîst de, “faşîzma veþartî “ye. Bi vê pêwanê bi “faşîzma reş” ya Erdogan re hevkariyê dike. Ev sê.
Operasyon, hinekî li hundir, hinekî li derve ye. Hinekî şerê li Suriye ye, hinekî şerê li Iran û Îsraîl e. Ev çar.
Eniyeke din ya vî şerî heye: Ev enî jî, kurdan ji nêz de alaqadar dike. Ev jî şerê li Başûrê Kurdistanê ye. Ev şer di serdana Amedê de hate îlan kirin; di şeva şeb-î aruz da, li Konya Nêçîrvan Barzanî û Tayyip Erdogan hatin cem hev. Baþûrê Kurdistanê, hemberî ku 3 meh di ser hilbijartinan re derbas bûne, hîna desthilatdariya xwe saz nekiriye, serokwezîr Nêçîrvan Barzanî 3 caran qista Enqerê kir. Gelo wateya vê trafîka zêde, tenê imze-kirina peymanên petrolê ne? Yan têkildarî serdana serokê parlamentoya Iraqê, têkildarî serowezîrê Lubnanê û têkildarî serokê Yekîtiya Eraban e. Sê dîplomat û Nêçîrvan Barzanî di şeva “şeb-î arûz” de ligel Erdogan civîn çêkirin. Gelo pêdivî bi xwendina fulyona pişta neynikê heye? Di demeke ku li Hewlêrê civîna eniyên Rojava çêdibin de, li Moskowa hevdîtinên şandeya PYDê bi rayedarên Rusî, bi rayedarên Çînî re çêdibin de; di demeke ku beşdarbûna şandeya kurdên Rojava di Konferansa Cineve 2 de, tê misoger kirin de, trafîka dîplomasî li Enqerê, li şeva “şeb-î aruz” de ne manîdar e? Ev pênc.
Her çiqasî hewldanên Erdogan û Fetullah Gulen, lîstik çi dibin bila bibin, tên û dizîvirîn, di faşîzma li dijî kurdan da tacîdar dibin.
Lê kurd gihane parlamentoya Tirkiyê û li ser dilê çavkaniya qanunên zincîran rûniþtine. Greva birçîbûna parlamenterên þoreþger li parlamento wê “yekîtiya organîk” ya zihniyeta inkar û tunekirinê parçe bike.
Divê kurd zanibin û jibrî nekin; peya ma dîrokî ya Ocalan di Newroza Amedê de, peymana demokrasî ye, di xeta sêyemîn de “perspektîfa azadiyê” ye.
Ji operasyona goþîstên zarok zêdetir, greva birçîbûna parlamenteran dîrokî ye.
Perspektîfa azadiyê
Di temenê komara Tirkiyê de, ne “realîzma cumhurî”, despotîzma demokratîk û popîlîzma siyasî li pêþ bû.