Dîsa payîz e, ne tenê berên xebata salê tê wergirtin, sala perwerdê jî destpêdike. Li her welatî, di nav her neteweyî de bi awayekî kelecan hewldanên birêkxistiniya perwerdeya zarokan radibe çargavê. Her kes dixebite ku dibistanê bi zarokên xwe bide hezkirin, li gel wê zimanê perwerdê jî. Ev hewldana du armancên bingehîn werdigire, ya yekem zarokan ji bo siberojê amadekirin, ya duyem jî ji bo ayendeya neteweyê ye.

Di jiyana her jindeyên bi tevger de perwerde bingehê li jiyanêmayînê ye. Her jînde piçûkên xwe ji bo jiyanê amade dike û heredariya li jiyanêmayînê dide piçûkên xwe. Ajal jî forma li jiyanêmayînê bi çêlikên xwe didin fêrkirin. Wek mînak, rovîyekî, nêçîr gerandin, azînên xwe ji talûkeyan parastinê bi cewrikên xwe dide fêrkirin. Ev ji bo li jiyanê mayîna mirov hê girîngtir e.
Di jiyana mirovan de çalakiya herî jiyanî perwerde ye  Lema divê ji bo jiyaneke serkefti, bi rêk û pêk, li ciwanan şiyana civakî, bedenî, xweserî, pênaseyaxweyî, rewşbîrî, heredarî, hest û giyanî were xurtkirin û pêşxistin. Ev erka herî girîng ji bo siberoja mirov erka herî bingehîn e. Gelên warê perwerdeyê baş amade kiribin siberoja xwe garantî dikin.
Her gel û neteweyê hemû azmûn, nirx, bîr û bawerî, têkiliyên xwe yên civakî û xwezayî di zimanê xwe de gihandine jiyanê. Lema her ziman bi serê xwe têgihîştin û nirxandineke cihanî ye. Mirov bi kîjan zimanî biaxive, yan jî were perwerdekirin di çarçove û têgihîştina netewa ew ziman afirandiye de li cihanê dinêre, rastî û diyardeyan şirove dike. Di vir de giringiya zimanê perwerdê derkeve pêş. Ango dema yek bi zimanê tîrkî were perwerdekirin di nava nirx, têgihîştin û şiroveya jiyanê ya tirkan de li cihan, gel û neteweyan dinêre.  Wek mînak: „wer saxlem e, wek pîvaz e“ di tirkî de nerênî ye.  „O kadar saglam sogan gîbî (sogan erkegî!)“ Ev hevok tenê bi serê xwe vê rastiya nêrîn û têgihîştinên cuda ya zimanan li ber çavan radixîne.
Baş tê zanîn ku li pey li ser xwîna gelan neteweya tirk li gor normên nijadperestî hate afirandin, zimanê tirkî jî bi heman şiyanê hate dewlemendkirin  Wan ew ziman li ser  têgihîştin û bingeha forma afirandina netewa xwe pêşxistine. Gelek biwêj, gotin û şiyarên nijadperest ên gelan piçûk dixin di zimanê xwe de bi cîh kirine. Mînak „qehpe yunan! Axaçtan maşa Kurd en paşa olmaz! Ûhwd.“ Ango kesên ku di perewerdeya bi zimanê tirkî re derbas dibin, di mejiyê wan de şiyana ji rastiya xwe û zimanê bav û kalên xwe nefretkirinê tê xurtkirin. Xwerû jî zarokên Kurdan li pey çend sal di vê perwerdê re derbasdibin, ne tenê ji zimanê bav û diya xwe şerm dikin, ji her awa nirxên Kurdî jî nefret dikin. Mîna ji karesetekê birevin, ji zimanê Kurdî direvîn.
Gelek mixabin ku Kurd di têgîhîştina armanca perwerdê û giringiya wê ya ji bo netew û nirxên netewê de ji rastiya xwe û wateya perwerdê gelek dûr in. Dema perwerde tê gotin, Kurdên me jê tirkî, erebî, farsî yan ji zimanekî ewropî têdigihîjin. Malxirabî û metirsiya herî xeternak ya netewa me di vê pindî de ye. Em bi kuştinan têknaçin, lê heke em nikanibin zarokên xwe ji bo siberoja xwe û netewa xwe bi zimanê xwe perwerde bikin, wê çaxê têk diçin. Ez ji azmûnên xwe yên bi salan dizanim, gelek mînakên ku ez bikanim bidim hene. Min di hin nivisandinan de mînakên balkêş dane. Zarokên dersên Kurdî dibînin, di her warî de xwedi li xwe û çanda xwe derdikevin, lê zarokên nayên dersê Kurdî jî, di nava alman û neteweyên din de wenda dibin.
Li Almanyayê li gelek eyaletan derfetên zarokan bi Kurdî perwerdekirinê hene. Lê mixabin, hezar car mixabin ku ne malbat, ne jî saziyên Kurd di vê têgîhîştinê de ne. Her kes di vî warî de bi pisporî diaxive, teoriyan diafirine, felsefe dike. Lê zarokên xwe jî naşînin dersên Kurdî. Ji bo zimanên dagirker û biyaniyan bi hezaran pere direşînin, lê naxwazin ji bo Kurdî qurişeke jî xerc bikin. Heta hin Kurd hene, mamosteyên tirk faşîst û dijminê Kurdan jî bin, bi wan bikenin, ji wan re çêran jî bikin, zarokên xwe dişînin dersa tirkî, lê gava mamosteyê Kurd ne ji siyaseta wan be, zarokên xwe naşînin, ji dest were pêşî li dersa Kurdî digirin. Heta li her derê dikeve nava dijbangaşiyeke reş û bêbingeh. Di dibistanan de dersên AG (dersên serbest, ser dilxwazîya zarokan, notên wan ne girîng in) hene, ew wê ji dersên zimanê Kurdî girîngtir dibînin.
Ji bo siberojê, divê em çawa ji bo şer konzenre bûne, wisa jî ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî konzentre û seferber bibin. Em vê qada bingehê ayendeya neteweya me ye, bi ruhê raperîn û siberojê tacîdar bikin. Xwerû jî divê her Kurdê li Ewropayê dersên tirkî wek heqaretek têbigihîje, bi vê şiyarê wê boykot bike û berê xwe bide perwerdeya bi Kurdî. Bi kêmasî zarokên xwe neşînin dersên tirkî, ev jî dibe çalakiyeke welatparêzî.