HESRET AMED/ESER GEVER/ROJNEWS/MEXMÛR


Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî 3’mîn Konferansa perwerde û hindekariyê ya xweser pêk hat. Di Konferansê de jinên mamoste nihêrîn û nirxandinên xwe ji bo kar û xebatên perwerdeyê îafde kirin, gotin, perwerde çêkirin û afrîneriya civakan e.

Mamosteya dibistana amedayî (lîse) Bêrîvan Demîr bi van gotina nihrînên xwe  di derbar konferansê de parve kirin; “Bêgûman lidarxistina vê konferansê ji bo me firset û şensekî mezin e ku em li vir kêmasiyên xwe pê bînin ziman, da ku serî li rê û rêbazên cûr be cûr bidin. Wê ev jî ji bo kar û xebata me baştir be. Bêgûman armanca me xilaskirina xwendekaran ji kêmasiyan e.  Em jî weke meydana perwerde û hindekariyê çawa ku civak bi çavekî pîroz li erk û xebatên me mêze dike, pêwîst e ku em jî hem weke mamoste û hem weke xwendevan bi awayekî berpirsiyartir nêzî kar û xebatên xwe bibin.”

 

Bi ruhê Nalînan

 Bêrîvan Demîr îşaret bi armanca xwe ya sereke a bi perwerdeyê kir û got, “Weke mamosteyên jin, armanca me ya yekemîn ji vê perwerdeyê ew e ku em civak, ciwan û jinên xwe ji koletiyê rizgar bikin û bi hev re rêka azadî û teşokînê bidomînin. Em weke jin ji xwe re dikin armanc ku xwe bi ruhê Nalînan  bigihînin azadiyê. Em jî weke delegeyê vê koferansê di nava nîqaşan de ne ku her kes kêmasiyên xwe bibîne, da ku em ji vê pêvajoyê re bibine bersiv. Ji ber ku di vê pêvajoyê de dixwazin bi rêka jinê û bi destê jinê civaka me ber bi çewisandin û kolebûnê ve bibin. Çawa ku Rêbertiya me dibêje, heta ku jin azad nebe civak jî azad nabe, lewra em jî weke jin dixwazin bi rêka zanist û ronakbiriyê xwedî li rêbertiya xwe derbikevin.”

 

Xurtkirina xebatê

Mamoste Helîme Arar jî ku yek ji mamosteyên dibistana dayikê ye bi van gotinan 3’mîn Konferansa perwerde û hindekariyê ya xweser wiha nirxand: “Ev konferans bi boneya ku di demên pêş de perwedeyên xurtir bêne dayîn, hat lidarxistin. Ji bo ku konferansa me hîn dewlemend be, nihêrîn û nîqaşên hîn berfirehtir hatin meşandin. Ji her saziyê beşdarî çêbû, ev jî nîqaşên konferansa me hîn dewlemendtir dike. Weke qada perwerdê ya xweser nîqaş û nerînên cûr be cûr pêşketin, em di wê baweriyê de ne ku wê ev nîqaşên ku ev du roje têne meşandin, wê ji bo kar û xebatê me bibe hêzeke xurt. Ev perwerdeya ku ev 23 sale bi peradîgmeya Rêbera Apo li wargehê tê meşandin ji ber ku weke mînak û modêla perwerdê ji her derî re tê dîtin,  wê tevahî hewildanên me jî ji bo pêşketin û xurtkirina vî xebatî be.”

 

Modêla perwerdeya azad

Herî dawî jî mamoste Helîme Arar destnîşan kir ku plan û projeyên wan ji bo dewlemendkirina perwerdeya zanîngeh û peymangehan hene û got, “ Bêguman çawa ku ev der weke meydana perwerdeya Rêbertî û sîstema KCK’ê tê dîtin, wê li gorî wê jî plan û projeyên me dewlemendtir bin. Li ser wî bingehî wê tevahiya hewildanên me ji bo nehiştina van kêmasiyan be û bi hev re biserketin be.”

 

Perwerde karê her kesî ye

Herî dawî jî mamoste Evîn Taybog got, “Ev du roj in konferans bi nîqaşên xwe yên dewlemend tê meşandin. Destpêkê ez vê konferansê li afrînerê xeta azadiyê li Rêber Apo pîroz dikim. Tevahiya nîqaşên me jî li ser hîmê bilindkirina felsefeya rêbertiyê ye. Armanca me ji vê konferansê ew e ku kêmasî û nebesiyên di nava du salan de derketine holê, werin telafî kirin. Em jî weke mamoste ji vê meydana perwerdê berpirsiyar in, paşê malbat jî berpirsiyar in.  Perwerde avakirina mekanîzmeya civakê ye, ji ber ku perwerde çêkirin û afrînerî ye.”

Di dawî de mamoste Evîn Taybogan got, “Hem dibistan, hem malbat jî du mekanîzmayên perwerdekirina civakê ne. Ji bo wê erkên pirr girîng dikevin ser milê me. Em jî weke mamoste soza xurtkirina van serketinan didin, di heman demê de soza pêşîgirtina li tevahî reng û cûreyên kêmasiyan didin.”