Li Herêma Cizîrê li Qamişlo û li Serêkaniyê li du dibistanan pêşangeh hatin vekirin. Ya li Dibistana Hitîn a li qamişloyê ji bo xurtkirina behreyên mamosteyan û ya li Dibistana Xidir Dreî ya Seretaî jî ji bo xurtkirina behreyên hunerî yên şagirtan bû.
Rêveberiya Dibistanan a Qamişlo yekemîn pêşangeha hunerî ya wêneyan bi navê Pêşangeha Şehîd Egîd Çîlo vekir. Li Serêkaniyê jî Dibistana Xidir Dirêî ya Seretayî, pêşangehek ji destkarî û wêneyên xwendekarên dibistanê vekir.
Di pêşangehê de ku doh li Dibistana Hitîn hate lidarxistin, şêniyên bajarê Qamişlo, mamosteyên zimanê Kurdî, hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Semîra Hac Elî amade bûn. Armanca pêşangehê bilindkirina û xurtkirina behreyên mamosteyan e.
Wêneyên ku di pêşangehê de tên pêşandan, balê dikişînin ser xweza, jin, çand û mîrasa herêmê, êşa gel û keda şehîd Egîd Çîlo û berxwedana têkoşer Leyla Guven.
Ji bo behremendiya mamosteyan
Wênesaz Samir Kalo ku bi 5 tabloyan beşdarî pêşangehê bû, da zanîn ku armanca pêşangehê derxistina behreyên mamosteyan e û wan derbasî xwendekaran bikin, her wiha êşa gelê Kurd, çand û folklora Kurdî û xweza û xweşikiya Kurdistanê derxin pêş. Deriyê pêşangehê dê li pêşiya xwendekaran vekirî be û tablo li Dibistana Hitîn a bajarê Qamişlo bimînin û tê payîn ku di pêşangehê de xwendekaran li ser çawaniya xêzkirina wêneyan fêr bikin.
Ji bo rûmetdayîna keda şehîd Egîd Çîlo ku yek ji mamosteyên zimanê Kurdî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû, jiyana xwe di rêya xizmetkirina gelê xwe de bihurand û zêdetirî 27 salan ji bo bipêşxistina zimanê Kurdî têkoşiya û di 13`ê Sibata 2019`an de dema ku bi erka xwe radibû bi qezayê şehîd bû, ji ber vê yekê navê wî li pêşangehê hate kirin.
Ev jî ji bo xwendekar û şagirtan
Li Serêkaniyê jî Dibistana Xidir Dirêî ya Seretayî ji bo xurtkirina behreyên hunerî yên xwendekar û zarokan, pêşangehek ji destkarî û wêneyên xwendekarên dibistanê vekir.
Dibistana Xidir Dirêî ya Seretayî ya li taxa Zerdeşt a bajarê Serêkaniyê, bi vê armancê pêşangehek ji destkarî û wêneyên xwendekarên xwe pêr vekir. Wêne û destkarî li fêrgehên dibistanê hatin daliqandin.
Pêşangehê heta dawiya dewama dibistanê dewam kir û bi beşdariya malbatên xwendekar û endamên Meclisa Serêkaniyê hate vekirin. Di pêşangehê de wêneyên xwezayê û amûrên ku ji pelan hatine çêkirin, hatin pêşandan.
Pêşangeh ji aliyê yek ji rêveberên Komîteya Rêveberiya Dibistanan a Serêkaniyê Stêr Reşk ve hate vekirin, paşê beşdar li nava pêşangehê geriyan.
Ji rêveberiya Dibistana Xidir Dirêî, Bedîa Seyid Ehmed got, “Pêşangeh bi armanca diyarkirina behreyên xwendekaran û teşwîqkirina wan ji hunerê re hatiye vekirin.”
Di dawiyê de pêşangeh bi pêşandana şanoyê ji aliyê xwendekaran ve ku rewşa dibistanên Efrînê di dema dagirkeriyê Tirkiyeyê de û ferzkirina zimanê Tirkî li xwendekaran, bi dawî bû.
ANHA / QAMIŞLO-HESEKÊ