
Akademiya Şehîd Ferhat Kurtay ku 4’ê Nîsana 2012’an de vebû, di 25’ê tebaxê de ku Yekemîn dewreya Perwerdeyê dabû destpêkirin îro bi dawî kir û 35 xwendekarên xwe mezûn kir. Di mersîna mezûniyetê de xwendekaran dîplomayê xwe wergiritin. Di dewreya perwerdeyê de “Rastiya Rêbertî”, “Rebaz û Rejîma Heqîqetê”, “Civaka Xwezayî” , “Çêbûna Gerdûnê”, “Di Rojhîlata Navîn de Krîza heyî û Çareserkirina Wê”, “Li Kurdistanê Rewşa Heyî û Çareserkirina Wê” û “Dîroka Jina” jî têde 14 ders hatin dîtin.
Merasîm bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest kirine dest pê kir û endamê Rêveberiya Akademiya Şehîd Ferhat Kurtay Şahîn Tekîn axifî. Şahîn Tekîn got ku wan jî wek Akademî heyecan û coşa mezûniyetê ya Yekemîn Dewreya Perwerdeyê ya Akademiyê dijîn. Şahîn anî ziman ku dewreya perwerdeyê li ser paradîgma û parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû û ev jî coşa wan mezin dike û axaftina xwe wiha domand: “Ev jî heqîqeta akademiya me ya li ser hatiye amadekirin e ku qet dest jê nayê berdan. Akademî vê xusûsê ji bo di hemû kêliyên xwe de biafirîne û pêk bîne wê têbikoşe. Û ev jî daye diyarkirin. Beguman ev demek dirêj e ku amadekirina akademiyê hatiye kirin. Bi taybet, ji aliye Meclîsa, Şaredariyê û dibistanên me ve û bi giştî hemû saziyên me ve ji bo avakirina akademiyê piştgiriyek pirr xurt çêbû. Em wek akademî spasiya xwe li hemû saziyên xwe û gelên xwe dikin.”
Di pevajoyeke dirokî de perwerde
Tekîn di axaftina xwe de da xuyakirin ku Yekemîn Dewreya Perwerdeyê ya Akademiyê rastî pêvajoyêke girîng a Têkoşîna Azadiya Kurdistan hat û li ser vê mîjarê wiha axifî: “Di dewreya perwerdeya me de me li ser gotina Rêber Apo ya ‘Dîrok di roja me de ye, dîrok zindî ye’ nîqaş bi rê ve birin, nirxandin û nêrîn pêş xistin. Wê demê bi awayekî berbiçav em bi dîroka ku me behsa wê dikir re di roja me de rû bi rû hatin. Dema me behsa Kawayê Hesinkar dikir ku dagirkeriya Asûr hilweşandibû; gerîllayên qehreman bi ruhekî fedayî kelehên dijmin ji hole radikirin. Ev dibin sedem ku em hîn bêhtir dîroka ku di roja me de tê nivîsandin fêm bikin, perwerde û nîqaşên xwe li gorî vê bi rê ve bibin. Di heman demê de di dema perwerdeya me de greva birçîbûne ya bêdem û bêdorveger hat destpêkirin. Vê hişt ku em di perwerdeya xwe de li ser vê û niha gelê Kurd di çi astê de ye pir pir nîqaş bikin. Gelê Kurd çawa wek jiyan û mirinê di nav têkoşîne de ye. Di pêvajoyeke pirr hessas de derbas dibin berxwedêrên me yên di zîndanan de ne jiyanîkirina dîrokê ya di roja me de herî diyar danîne pêşiya me. Û nîqaş û nêrînên me li ser esasên paradîgmaya Rêbertî ku dîrokê tevayî dide diyarkirin hîn bêhtir pêş dikevin. Di heman demê de li Rojavayê Kurdistanê têkoşina xweseriya demokratîk û ji bo vê jî berdêlên mezin tên dayîn. Me jî li vir di nîqaşên xwe de nirxand ku em ê çawa karibin sîstema konfederalîzma demokratîk bi rêxistin bikin û zêdetir pêş bixin. Yanî dema em ji van aliyên ve lê dinihêrin em dibînin ku perwerdeyeke pirr baş, girîng û dîrokî bû.”
‘Ev ji bo me gavek bû’
Şahîn Tekîn encamên dewreya perwerdeyê ya akademiyê wiha anî ziman: “Dema ku berxweêrên zîndanan dikevin greva birçîbûnê, em di rastiyê de ne birçiyê xwarine ne; em birçiyê azadiyê ne. Pirsgirêka me ya jî herî mezin ev e. Heke em di aliye azadiyê de xwe têr bikin, azad bijîn tu pirsgirêkên me namînin. Di vê çarçoveyê de em wek akademî avakirina sîstema Rêbertiyê ya Konfederalizmê Demokratîk hem wek sîstema giştî ya gerdûnî hem jî bi taybet ji bo xwebirêxistinkirina gelê Kurd hewldanên me wê her tim berdewam bikin. Ev perwerde jî yekem pengava me bû. Em hêvîdar in encamên ku ji perwerdeyê hatine wergirtin, nîqaşên ku hatine kirin em di jiyana xwe de pêk bînin. Em ê li gorî perspektîfên ku me ji perwerdeyê wergirtine, em ê xebata xwe bi rê ve bibin û bi ser kar û barê xwe de biçin. Em hêvîdar in di dema pêş de em ê gelê xwe dawetî merasîma mezuniyetê ya zanîngehê jî bikin. Îddîaya me di vî alî de bilind e. Em ê hem sîstema perwerdeya xwe hem jî sîstema demokratîk a konfederalîzmê mezin bikin.”
Şahîn Tekîn di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku di bin banê akademiyê de wê pirtûkxaneyekê vekin û xizmetê bidin gelê wargehê. Tekîn di vê mîjarê de wiha got: “Me wek akademî biryar girt. Em ê pirtûkxaneyekê ye vekin. Lê pirtûkên me nîn in. Ji me re pirtûk pêwîst in. Gelê wargehê pirtûkxaneyeke wiha pir dixwaze. ji me re herî zêde pirtûkên Kurdî pêwîst in. Em bi taybet li benda alikarî û desteka welatparezên li Bakurê Kurdistan in.”
Piştî axaftina Şahin Tekîn, xwendekarên Yekemîn Dewreya Perwerdeya Akademiya Şehîd Ferhat Kurtay kom bi kom soz dan. Piştî dayîna dîplomayên xwendekaran merasîm bi dawî bû.
DÎHA/MEXMÛR