Di çarçoveya xebatên parastinê de Hêzên Parastina Cewherî ya herêma Girkê Legê bi merasîmekê yekemîn perwerdeya leşkerî û fikrî 10 ji wan jin ya 50 welatiyên ji pêkhateya Ereb li Til Koçerê bi dawî kir.
Beşdarên perwerdeyê dersên derbarê bikaranîna çekan, parastina cewherî û waneyên fikrî û bîrdozî dîtin.
Di merasîma bidawîkirina perwerdeyê de endamên saziyên civaka sivîl, nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Yekîtiya Star, nûnerên Şaredariya Gel û bi dehan welatiyên bajarokê Til Koçerê amade bûn.
Di Merasîmê de endamên dewreya perwerdeyê pêşandaneke leşkerî lidar xistin.

Piştre Rêveberê Hêzên Parastina Cewherî ya herêma Girkê Legê Mûsa Sadiq derbarê girîngiya parastina cewherî de axivî û bal kişand ser beşdarbûna hemû beşên civakê di xebatên parastinê de û bang li hemû pêkhateyan kir û ji welatiyan xwest ku riya cangoriyên azadiyê bişopînin û herêmên xwe ji hovîtiya çeteyan biparêzin.

ANHA / GIRKÊ LEGÊ