Serokê Desteya Fêrkirin û Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê Hisên Mihemed Elî, der bare xebatên desteyê, astengiyan, sîstema perwerdeyê û projeyên wê yên dema pêş de ji ANHA’yê re axivî.
Hisên Mihemed Elî diyar kir ku piştî îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk wan jî wekî Desteya Perwerde û Hînkirinê gelek xebat û çalakî pêk anîne û bi riya van xebatan rola dibistanan ji nûve girtiye dest.
Mihemed Elî anî ziman ku tevî dijwariya rewşên ku herêm tê de derbas dibe jî, wan di aliyê perwerde û hînkirinê de gelek kar û çalakî pêk anîne û karibû xwe îspat bikin. Elî, destnîşan kir ku niha rewşa dibistanên li herêma Kobanê pir başe, sîstema fêrkinê, demên dewamkirinê û hemû navendên girêdayî perwerdeyê û di serî de boriya Rêberiya Perwerdeyê hatin aktîfkirin û wiha got: “Nêzî 400 dibistan li Kobanê hene û hemû vekirî ne. Li vir bi saya xebata zêdetirî 800 mamosteyên ku bi awakî dildar di dibistanên Kobanê û gundên wê de dixebitin, sîstema perwerdeyê li Kobanê bi ser ket. Sîstema perwerdeyê sererast bû û ji nû de hate aktîfkirin. Dîsa jî dixazim bejim ku me rola desteyên girêdayî perwerdeyê aktîf kir û wan jî ji aliyê xwe ve amedebûna xwe ji hevkariyê û qebûlkirina zagon, perspektîf û biryarên ji aliyê me de derkevin di vê mijarê de anîn ziman.”
Mihemed Elî anî ziman ku wan ji bo mamosteyên dildar, li herêmê dewreyeke perwerdeyê ya 10 rojan vekir û mamoste li ser rêbazên dayîna metodan (rêbazên fêrkirinê) hatin perwerdekirin. Mihemed Elî destnîşan kir ku di avakirina hîmê dibistanan de gelek kêmasî hene û wiha dom kir: “Pêwîstî bi sererastkirin û çêkirinê  hene. Ev  kar û xebata Rêveberiya Kantonê ye, ji ber ku xebata perwerdeyê xebateke hevtemamkirinê ye. Hîmê bingehîn mamoste û kadroyên pispor in.”

‘Me pêşiya dibistanên taybet girt’

Elî, daxuyand ku ew li ser dibistanên taybet jî rawestiyan, her wiha wan rola dibistanên amadeyî (Lîse-senewî) piştî rewşa aloz ku ev çend salin didome ji nüve girtiye dest û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me bi riya komîteya şopandina peymangehan, prensîbên peymangehên taybet danîn. Me demên zor û dijwar derbas kirin, êdî xwendekar li dibistanan nedihatin dîtin, tenê di nava peymangehên ku di demên dawiyê de zêde bibûn de winda bibûn. Vê yekê welatî û xwediyên xwendekaran neçar dihîştin ku li ber rewşa aborî ya zeyîf pereyên peymangehan jî bidin. Niha bi kêfxweşî dibêjim ku me karibû sînor li pêş vê diyardeyê deynin û di bin dirûşmeya ‘Peymangeh nabe bedelê dibistanên we yên bedew’ xwendekar vegerandin dibistanan. Bi saya keda xizmên xwendekaran me cardin rola dibistan û mamosteyan aktîf kir û gelek çalakî, pêşbirkên li ser minhaj (munazera mınhajiye), pêşengeh û çalakiyên spor û çandî li dibistanan li dar xistin.”
Elî diyar kirk u rola erênî ya Yekîtiya Mamosteyên Rojavayê Kurdistanê û Saziya Zimanê Kurdî ya di pêşvebirina xebatên perwerdehiyê de nayê jibîrkirin û got ku fêrkirina zimanê Kurdî û parastina hebûna netewî de xebatkarên saziya ziman weke şoreşgeran, bi awakî dildar dixebitin.

‘Emê zanîngehan ava bikin’

Mihemed Elî, derbarê plansaziyên desteyê yên pêşerojê de jî ev agahî dan: “Pirsgirêka ciwan û xwendekarên ku nikarin bighên zanîngehên xwe, yek ji pirsgirêkên herî li pêş ku em ji bo wê dixebitin e. Di vê mijarê de rêxistina Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz pêşniyreke zehmet, lê avaker pêşkêşkir. Tê de amedebûna xwe ji bo dayîna ders û semînerên teorî yên beşên wekî, “wêjeya erebî, maf, rêvebirina karan û hin beşên zanîngehên ilmî” diyar kirin. Ji aliyê me ev pêşniyar di gelek hevdîtin û civînan de hate nîqaşkirin û goftûgokirin. Tevî ku ev gav ne hêsan in, ji ber ku gelek beşên zanîngehan li Heleb, Reqayê, Laziqiyê û hwd. hene, her wiha di nava wan de pisporiyên rengareng hene jî, xwendekar gelekî xwîngerm û bi coşin. Dê dê semînerên sala yekemîn û ya duymîn bînin û bidin hînkirin. Weke Desteya Perwerde û Hînkirinê em hêvî dikin ku di demên pêş de peymangeh û zanîngehan jî ava bikin.

Elî li ser ezmûnên asta amadeyî û navîn ên li Kantona Kobanê jî, wiha got: “Ezmûnên asta amedeyî û navîn yên sala buhûrî, ji ber ku Wezareta Perwerdeyê ya rejîmê biryar derxist ku xwendekarên vê herêmê li Helebê çêbikin, tecrubeyeke bi êş bû. Ji ber vê yekê îsal hewldanên me yên cidî hene ku Wezareta Perwerdeyê îknae bikin ku navendeke ezmûnan îsal li Kobanê jî bê vekirin.”

KOBANÊ