Endama Yekîtiya Jinên Sûryan Nezîra Gewriye jî diyarkir ku tu pirsgirêkên wan bi kêm netewên din re nîne û tenê ji ber ku hijmara wan netewan li herêmê zêde tire zimanê kurdî, sûryanî û erebî bûn, wek zimanên fermî hatin diyar kirin. Gewriye destnîşan kir ku zimanê Sûryanî zimanê resene, Asûrî û Keldanî zaravayên zimanê Sûryaniye û wiha got: “ Çawa zaravayên zimanê kurdî hene zaravayên zimanê sûryanî jî asûrî û keldanî ye, ji ber vê di nava gelê me de ev yek nabe pirsgirêk û eger ev zarava jî bixwazin bi zaravayên xwe perwerdê bibînin tu astengiyan re rû bi rû namînin.”
Seroka Însiyatîva Jinên Sûriyê Siyam Dawûd jî diyar kir ku di biryarê de jî diyare ku hemû kêm netewên din jî dikarin, zimanê xwe biparêzîn û bikar bînin. Dawid destnîşankir ku Asûrî, Keldanî û Aramî zaravayên zimanên Suryanîn e.
QAMIŞLO